Dengê Rosêl û Narînê ên zelal û delal

  • 09:02 30 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Şagirtên dibistana Ehmed Zeal ên dengxweş Rosêl Merwan û Narîn Luqman derbarê hunera xwe de hestên xwe anîn ziman û gotin:" Dema ku em strana dibêjin em xwe bextewar hês dikin."
 
Şagirtên dibistana Ehmed Zeal a taxa Tilhecer ya kantona Hesekê berhemên xwe yên sala xwendinê nîşan dan. Di nava dibistanê de dengê herî xweş û balkêş ê Rosêl û Narînê ne. Rosêl û Narînê kelecan û hestên xwe bi me re parve kirin û gotin:"Huner divê her zindî bê hişti."
 
Şagirta pola 8’an a heman dibistanê Rosêl Merwan a dengxweş diyar kir ku ew ji stranbêjiyê hez dike û wiha domand: "Ez bi riya stranbêjiyê hestê xwe derdixim holê û ez pir kêfxweş im. Ez spasiya dayik û bavê xwe dikim ku bi her awayî alîkarî dan ku ez bikaribim bi serbestî di nava komên mezin de bê ku şerm bikim bistirêm."
 
Di heman demê de ji nivîsandina stranan jî hez dike
 
Rosêl bi lêv kir ku ew ne tenê ji stranbêjiyê hez dike, di heman demê de ji nivîsandina stranan jî hez dike û wiha dom kir: “Heta niha min 15 stran nivîsîne, yek evîndarî , yek jî Erebî ye û yên dinê tev kurdî û netewî ne. Hinek ji stranên min ev in; Kurdistan, Şehîd Salar, Dayika Şehîda, Rojava, QSD, yara delalê û hwd.” 
 
'Ez hem helbestan dixwînim hem jî li tenbûrê dixim'
 
Şagirt Narîn  jî da zanîn ku Xalê wê alîkariya wê di helbestan de dike û wiha got: “Xalê min moralê min zêde dike, dihêle hezkirina min ya ji bo hunerê zêde bibie. Min fêrî tembûr û strana dike. Bi alîkariya xalê xwe ez hem helbestan dibêjim, hem jî li tembûrê dixim û li ber re jî stranan dibêjim.”