Berhemên rengo reng ên ku bi destên zarokan tên çêkirin

  • 12:18 29 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Di pêşangeha Dibistana  Ibin El-Rişd a Taxa Mişêrifê ya Kantona Hesekê de zarokan berhemên ku bi keda destên xwe çê kirin pêşkêş kirin. Zarokan bi berhemên xwe yên rengo reng bal kişandin ser xwe. Zarokan derbarê berhemên ku çê kirin de axivîn û hestên xwe anîn ziman. 
 
Şagirtên dibistana navîn a Ibin El-Rişd ya taxa Mişêrifê a kantona Hesekê di pêşengeha folklorî de bi berhmên ku bi destên xwe çê kirine bûn sedema dîmenên balkêş. Pêşangeh bi wêne û berhemên zarokan hat xemilandin. Şagirtên ku bi keda destên xwe wêne, ji axê alav û her wekî din çê kirin hestên xwe anîn ziman. 
 
'Dema ku ez wêne çê dikim  bêhna min fireh dibe'
 
Şagirta dibistanê Sîdra Ehmo ya ku bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehê bû hezkirina xwe ya hunerê wiha anî ziman: "Min ji 7 saliya xwe de wêne çê dikirin. Ji bo pêşketinê bavê min pir piştevaniya min dikir. Mamoste wêneyê min dîtin û pir kêfxweş bûn û wan jî hewl dan ku ez xwe di wênesaziyê de pêş bixim. Dema ku ez wêne çê dikim  bêhna min fireh dibe, ji ber ku wêne hestê mirov ên hundirê wan derdixe holê. Ez pir spasiya malbat û mamosteyên xwe dikim ji ber ku piştevaniya min kirin û hiştin ku ez xwe di vî karî de pêş bixim."
 
'Ji bo ez di warê hunerê de pêş bikevim malbata min alîkariya min kir'
 
Şagirt Renda Ibirahîm a ku ji axê berhemên dest ên mîna; tenûr, cêrên avê çê kiriye jî di derbarê hunera xwe ya hilberîna ji axê ev nirxandin kir: "Ez ji zaroktiya xwe de ji vî karî hez dikim ji ber ku dema aciz dibim ez diçim bi axê tiştan çêdikim û bi rastî jî ev çanda me ye hewce ye em wê biparêzin. Ji bo ez di warê hunerê de pêş bikevim malbata min alîkariya min kir.Dayik û bapîrê min pir piştevaniya min kirin û mamosteyên min jî bi min re bûn alîkar ji ber vê yekê ez pir spasiya wan dikim."
 
'Bila malbat piştgiriya zarokên xwe bikin'
 
Şagirta bi navê Lava Cemîl a ku di koma şano de cih digire, hezkirina xwe ya ji bo şanoyê wiha anî ziman: "Min ji beriya du salan dest bi şanoyê kir, ji ber ku şano rastiya derdixe holê û hest û ramanê mirovan jî derdixe derve. Min pir şerm dikir û min digot ku ez ê çawa di nava ewqas mirovan de bilîzim, lê belê malbata min xwest  ku ez şerm nekim û xwe pêş bixim. Bila malbat piştgiriya zarokên xwe bikin da ku hemû zarok di karê hunera jê hezdikin pêş bikevin."