Di Mihrîcana Şanoyê de ji Mahabadê lîstika “Mal Be Kol”

  • 09:36 29 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Ehûra ya Şanoyê ji Mahabadê hat Amedê û di Mihrîcana Şanoyê ya Amedê lîstika xwe ya “Mal Be Kol” da pêşandan. 
 
Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” di roja 4’emîn de berdewam dike. Di roja 3’yemîn a mihrîcanê de ango duh êvarê lîstika “Mal Be Kol” a Koma Ehûra ku ji bajarê Mahabadê hatibû Amedê hat pêşandan. Lîstik li Salona Şanoya Navenda Çand û Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan û gellek şanohez beşdar bûn. Lîstik bi zaravayê soranî yê kurdî derket ser dikê û hat nîşandan. Husên Fezlûlahî lîstik nivîsandiye û Qumid Xakpur jî lîstikê birêve dibe. Lîstik behsa serpêhatiya du kesên ji malbat û malên xwe bûne û ka çawa xwe li ser pêya digirin dike. Şanohezan lîstik eciband demek dirêj li ser pêya ji bo lîstikê li çepikan dan. Piştî lîstikê şanohezan dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. 
  
Lîstikvan Firas Berter ku karaktera pêxember dileyîze da zanîn ku ew tevlî gellek mihrîcanan bûne û gellek xelat wergirtine. Berter anî ziman ku ew bi hatina xwe ya Amedê gellek kêfxweş in.
 
Bernameya mihrîcanê wiha ye: 
 
 29’ê nîsanê roja duşemê 
 
* Zargotin zêrgotin e
 
30’ê nîsanê roja sêşemê 
 
* 19.00: Kozik
 
1’ê gulanê roja çarşemê
 
* 19.00: Zabel
 
2’ê gulanê roja pêncşemê 
 
* 15.00: Zabel
 
* 19.00: Serûbin (Altust)
 
3’ê gulanê roja înê
 
* 15.00: Serûbin (Altust)
 
* 17.00: Hêzên Palyaço ya Azad 
 
* 19.00: Teyba dawî ya krapp
 
4’ê gulanê roja şemiyê 
 
* 15.00: Ji akademiyê re raporek
 
* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
 
5’ê gulanê roja yekşemê 
 
* 19.00: Tartuffe