Jinên Colemêrgê dixwazin çanda erbaneyê bidin jiyîn

  • 09:05 28 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Hamdiye Çîftçî 
 
COLEMÊRG - Jinên li Colemêrgê koma ‘Jin jiyan Erbane’ ava kirin, diyar kirin ku ji ber astengiyên li pêş wan xebatên wan nîvco mane û got dixwazin komê ji nû ve rakin ser piyan. Jiyan Tekçe ku mamosta erbanêye ye diyar kir ku çanda erbaneyan ku li ber tunebûnê ye, ji aliyê jinan ve tê xwestin ku bê zindîkirin.
 
Perwerda erbaneyê ya bi qursa 3 polî li Navenda Çanda Feqiyê Teyran a şaredariya Colemêrgê destpê kir, ji aliyê jinan ve eleqeyek mezin dît. Perwerda erbanê ya 6 sal berê dest pê kir û bi mehan berdewam kir şûnde 12 jinî koma erbanê ya bi navê Jin jiyan erbane’ ava kir. Koma Jin Jiyan Erbane ku stranên Kurdî bi erbanê gotin, gelek konser jî dan. Mamosta Erbanê Jiyan Tekçe û endamên wê yên din da zanîn ku bi armanca xwedî li çanda Kurd derkevin ev kom ava kirine û got ew dixwazin stranên Kurdî ji nûve bidin bihistin.
 
Jiyan Tekçe diyar kir ku 7 sal berê mereqa wê ya erbanê dest pê kiriye û got: “Erbane têkiliya wê ya bi çanda me re gelek kevn e. Ji ber vê eleqeya min kişand. Erbane estrumanek wisa ye ku kî dest pê bike dest jê bernade. Min bi mereq dest pê kir. Lê roj bi roj min jê hez kir. 
 
’Koma me eleqeyek mezin dît '
 
Jiyanê bi lêv kir ku dema kom nû ava kirine zehmetî kişandine lê roj bi roj zêdetir pêş xistine û wiha pê de çû: “Di 2013’an de me li Navenda Çanda Feqiyê Teyran qurs dan destpêkirin. Eleqeyek mezin dît. Me bi 3 polî dest pê kir. Piştî demekê me bi 12 hevalan re di 2014’an de kom ava kir. Me 2 salan li Colemêrg û derveyê bajar konser da. Tevî serkeftinên me kom belav bû û gelek proje jî nîvco man. Em gelek daxwazan ji bo qursê digirin. 4 sale jin gelek daxwaz dikin. Bendewariya me eve ku jin piştgiriyê bidin me.”
 
Zana Îhtîyatoglu got wê jî du salan di xebatan de cih girtiye û destnîşan kir ku wê demê di nava bêderfetiyan de derfet afirandine û xebat meşandine. Zanayê diyar kir ku ew dixwazin xebatên xwe yên nîvco zindî bikin.