'Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye'

  • 09:02 26 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA  - Jina bi navê Necwe Şiblî bi keda destên xwe alavên xemlê çê dike. Necwe her wiha rûyê balîfan jî dixemilîne. Necweyê derbarê karên destan û alavên ku çê dike wiha got:"Tevî hemû êrîşan û rewşa şer, em dev ji çanda xwe bernadin. Xemilandin parçeyek ji jiyana min e. Ez alavên xemlê dema çê dikim ez hês dikim tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye."       
 
Kantona Şehba ya Herêma Efrînê wek gelek bajarên din ji aliyê Çeteyên DAIŞ'ê ve hat talankirin û hilweşandin. Lê belê tevî şert û mercên zehmet jinan dev ji çanda xwe bernedan. Piştî Kantona Şehbayê hat rizgarkirin jinan xebatên xwe dom kirin. Necwe Şiblî ya 38 salî û dayika du zarokan yek ji wan jinan e.  Necwa bi keda destan alavên xemlê çê dike û malan dixemilîne. Bi derfetên kêm alavên hunerî ava dike û xweşikbûnê belav dike. Necwayê di derbarê xebatê xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
'Jin dema bixwaze dikare çanda xwe li ser piyan bihêle'
 
Necwayê diyar kir ku ew ji tunebûnê hebûnê ava dike û got: "Jin nikarin ji çanda xwe dûr bikevin, loma jî tevî rewşa şer û şert û mercên pir zehmet jin dîsa parastina çanda xwe ya kevnar û bi nirx dikin. Loma bi destên xwe malan dixemilînim û alavên xemilandinê çê dikim. Ev xemilandin pir kevnar e. Jin dema bixwaze dikare çanda xwe li ser piyan bihêle. Lê divê civak jî  piştgiriyê bide jinê. Da ku pêş ve biçe."
 
'Çand jiyan û nasname ye'
 
Necwayê di berdewamiya gotina xwe de wiha got: "Ji 18 saliya xwe ez vî karî dikim, bi destên xwe hewl didim tiştên xweş derxim holê. Hemû tiştên bi destan ez çê dikim pir jê kêfxweş im û bi hezkirin dixebitim. Ji paçên rengîn, dezî rîs, alavên xemlê çê dikim. Dema şer li Şehbayê jî hebû pêdiviyên jiyanê yên pêwîst tune bûn, lê belê bi alavên xwe yên kevnar me debara xwe kir, ji ber wê jî çand divê her were parastin, çand jiyan û nasname ye. Çanda gelekî tune be ew gel kêm e. "
 
'Her gelek bi çanda xwe tên naskirin'
 
Necwayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kêfa min gelek ji çêkirina gulan û dirûnê re tê. Dema ez çê dikim ez xwe aram hês dikim. Çimkî ji aliyekî jî çanda xwe diparêzim.  Xwesteka min ji jinan re heye ku çanda xwe biparêzin, ji ber ku her gelek bi çanda xwe tên naskirin. Em jî jinên Şehbayê li hember şer me serê xwe hilda û dev ji çanda xwe berneda. Tevî hemû êrîşan û rewşa şer, em dev ji çanda xwe bernadin. Xemilandin parçeyek ji jiyana min e. Ez alavên xemlê dema çê dikim ez hês dikim tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye."