Li Hesekê şagirtan nan lêxistin û berhemên destan çêkirin

  • 15:48 25 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Şagirtên dibistana İbin Elrişd berhemên xwe yên hunerî bi zimanê kurdî û erebî pêşkêş kirin.
 
Li dibistana İbin Elrşd a taxa Mişêrfê a kantona Hesekê pêşengeheke hunerî ya berhemê keda destê zarokan ên rengo rengo hat pêşandan. Di wê pêşengehê de hemû kevneşopiyê kurdî û erebî hatin pêşkeşkirin. Şagirtan hemû cilên gelêrî li xwe kirin. 
 
Hinek şagirtan nan lêxistin û berhemên destan çêkirin. 
 
Rêveberiya dibistana İbin Elrşd, Fîxan Eyûb ragihan ku ev pêşengeh ji bo tiştên kevnar ên hatine jibîrkirin ji bo dîsa vegerînin girîng e û wiha berdewam kir: "Ev pêşengeh me çêkir ji bo kevneşopiyên me winda nebin û her dem di hişê şagirtên me de bin."
 
Fîxan got ku hemû berhem bi destê şagirtan hatiye çêkirin û wiha domand: “Ev cara duyem e pêşeng tê çêkirin. Ji bo demên pêş em ê bêhtir van kevneşopiya derxin holê him wan bi bîr bînin him ji şagirtên xwe pêş bixînin."
 
Mamosteya dibistanê  Cîhan Hesen anî ziman ku armanca çêkirina pêşengehê ji bo zarok baweriya wan zêde bibin û pêş bikevin û wiha domand: "Armanca me ji vê pêşengehê ku şagirt pêş bikevin em jî wekî mamoste me alîkarî da wan ji bo hunerên xwe derxin pêş ji ber gelek şagirt dizanin stran, şano, dîlan, berhemên desta û hwd..."
 
Cîhan xwest ku folklora kurdî û erebî her tim wan bi bîr bînin û wan bi şagirtan bidin naskirin.
 
Dawiya pêşengehê şagirtên dibistanê şano ya Zembîlfiroş pêşkêş kirin. Her wiha koma muzîkê strana welato got û bi gerandina govendê dawî li pêşengehê anîn.