Jinên pir bi cesaret hebûn

  • 09:11 24 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Derhênera fîlmê penaberan ê metraja herî dirêj ê cîhanê ‘Mîvan’ Andaç Haznedaroglu, diyar kir ku di kişandina fîlm de rewşa penaberên Suriyeyê baş dîtine.
 
Derhêner Andaç Haznedaroglu, bi fîlmê xwe yê duyemîn yê sînemayê ‘Mîvan’ çîroka Lena 8 salî û cîrana wê Meryem ya ji şerê Sûriyeyê reviyane vedibêje. Fîlmê ‘Mîvan’ kesên bêwar baş nîşan dide. Fîlm di Mîhrîcana Fîlman a Antalyayê de Xelata Temaşevan ya Avnî Tolunay, di mîhrîcana Fîlman a Bogazîçî de ‘Xelata herî baş çêkirin û fîlmê baş’ girt, di mîhrîcana Molmo Arab de jî xelaata lîstikvana herî baş a jin û fîlmê herî baş girt.
 
Hiştina belgeyekê
 
Andaç destnîşan kir ku dema fîlm kişandine yek ji daxwazên wan ev bû ku dema dadgeha şer bê avakirin bila belgeyek hebe û got tevî koçberiyek 7 salan heye tiştên hatine nivîsîn û kişandin gelek kêm in. 
 
‘Jinên berxwe didin hebûn’
 
Andaçê di berdewamiyê de da zanîn ku gelek kes penaberan wek kesên li kolanan dijîn dibînin lê beriya şer jiyanek wan a wek me hebû û got: “Min xwest ez bi çavê jinan binêrim. Yên herî zêde di zor û zehmetiyê de ne jin in. Herî zêde jinan bedel daye. Jinên ji şer reviyane hene. Drama esas li wir e.  Ji sedî 70’ê yên ji şer reviyane jin û zarok in. Rewş ji bo jinan pir zehmet e.”
 
Andaçê destnîşan kir ku divê ev tenê bi çapemeniya herêmî û fîlman sînor nemîne û got fîlmê wan yekem fîlmê metraja dirêj a cîhanê ye.