Vê hefteyê Zozan Gulan bû mêvana Koma Helbestê ya Amedê

  • 10:49 23 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê şêwra helbestê li dar dixe vê hefteyê Helbestkar Zozan Gulan kir mêvan. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê şêwra helbestê li dar dixe vê hefteyê Helbestkar Zozan Gulan kir mêvan. Vê hefteyê pirtûka helbestê ya Zozan Gulan a bi navê Ajero hat nirxandin. Derbarê pirtûkê de şîrove hat kirin û derbarê naveroka pirtûkê de endamên komê hest û fikrên xwe parve kirin. 
 
'Li dijî bêdengiyê qêrînek'
 
Piştre Zozan Gulan bal kişand ser girîngiya nivîsandina helbestê. Zozanê diyar kir ku helbest li dijî bêdengiyê qêrîneke û got:"Min di destpêkê de helbestên xwe bi Tirkî dinivîsand. Piştre ez fikirîm ku nivîsandina bi Tirkî îxaneta li dijî xwe û li dijî dayika xwe ye. Dawiya min biryar da ku ez bi Kurdî binivîsim. Ez ji zû de ye ku helbestan dinivîsim lê fikra min a çapkirina pirtûka helbestê tune bû. Hevalên min ên helbestkar û yên ku helbestan dixwînin gotin pirtûka helbestê çap bike. Piştre min guh dan van gotinan û min pirtûka helbestê çap kir."
 
Piştre Zozanê ji pirtûka xwe helbesta bi navê "Şerm" xwend. 
 
'Hêviyên xwe pir xweş aniye ziman'
 
Piştre Helbestkar Sultan Yaray diyar kir ku nivînsandina jinan a bi awayekî azad ne hêsan e û wiha got:"Zozanê hêviyên xwe pir xweş aniye ziman. Hezkirina xwe, hêviyên xwe, neqebûlkirina bi zimanekî xweş vegotiye. Em serkeftinê ji bo wê dixwazin."
 
'Ev pirtûk hinek tiştan li jiyana mirovan zêde dike'
 
Piştre Helbestkar Roza Metîna bi lêv kir ku di helbestê de xalek girîng ew e ku mirov xwe di nava helbestê de bibîne û wiha got:"Dema mirov helbestekê bixwîne gelek caran xwe di nav de dibîne. Ger pirtûkek be helbestek be heger tiştekî li jiyana mirovan zêde bike ev girîng e. Ez bawer im ku dema ev pirtûk ji aliyê kesên cuda ve jî bê xwendin dê tiştekî li jiyana wan zêde bike."
 
Şêwra Koma Helbestê ya Amedê bi nirxandina pirtûka Ajero û bi xwendina helbestê bi dawî bû.