‘Xêzên Dîwar Derbaskirin’ li Îzmîrê hat pêşangan

  • 09:08 23 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Pêşangeha ji xêzên girtiyan pêk tên ya ‘Xêzên dîwar derbas kirin’ li Îzmîrê hat pêşandan. Pêşangeh li Stenbol, Enqere, Antakya û derveyê welat hat raxistin û piştre wê bibe pirtûk. Koordînator Gamze Yentur, da zanîn ku girtiyan bi hilberandinê tecrîd derbas kirine û dibêjin ‘deng bidin dengê me’.
 
Sala borî ekîba Red Fotos û Hatiyedîtin, pêşangeha wêneyan ‘Ji hundir ji bo derve wêje:Xeyal nikarin bên girtin’ vekirin û îsal jî ekîbê pêşangeha ‘Xêzên Dîwar Derbaskirine’ ya ÎHD û Kovara Karîkator a Homor hevkarî amade kiribû li Îzmîrê raxist. Berhemên girtiyên wênesaz di pêşangehê de cih digirin û piştî li bajar û derveyê welat bê nîşandin şûnde wê bibin pirtûk. Ji ekîba Hatiyedîtin, Gamze Yentur da zanîn tema îsal azadiye.
 
Gamzeyê bi lêv kir ku divê mirov ji ber firên xwe neyên girtin û kesên bi salan girtine destkeftiyên mezin bidetxistine û nêrîna wan ya azadiyê jî berfireh e. Gamzeyê got kesên di girtîgehê de wek derve fikrên xwe berdewam dikin û bi awayekî li dijî otorîteyê berxwe didin. 
 
‘Jinên ducanî, dayik û zarokên hatine girtin jî hatin xêzkirin’
 
Gamzeyê destnîşan kir ku girtiyên bi navê Aynur û Ozlemê bi xêzên xwe riyê girtîgehan yên nayên dîtin nîşan dane û wiha got: “Îşkenca li girtîgehê, îşkenca zayendî xêz kirine. Jinên ducanî û zarokên wan hatine xêzkirin. Bi taybet bi pêvajoya grevan re cezayên ragîhandinê zêde bûne û rojnameyan nadin girtiyên muxalîf, derfetên name û hevdîtinê jî hatine sînorkirin. Tevî vê girtî çareseriyên baş hildiberînin.”