Dengê Berfînê yê xweş bû sedema hezkirina hunerê

  • 09:01 23 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Şagirta bi navê Berfîn Revê ya bi karê muzîkê re mijûl dibe da zanîn  ku ji zaroktiya xwe ji muzîkê hez dike û ji temenê 12 saliya xwe de hunera xwe derxist holê.
 
Şagirtên dibistana Ş. Felek Hewas a Taxa Miftî ya Kantona Hesekê bi hunerê mijûl dibin. Şagirt di beşên hunerê yên weke şano, wêne û muzîkê de xwe pêş dixin û berhemên xwe di şahiyên dibistanan de nîşan didin. Berhemên xwendekaran hem wan hem jî derdorê kêfxweş dike.
 
Şagirta bi navê Berfîn Revê ya ji Dibistana Ş. Felek Hewas di derbarê stran û hezkirina xwe ya ji strangotinê re wiha got: "Ji zaroktiya xwe min ji muzîkê hez dikir û dema temenê min bû 12 salî min dest bi gotina stranê kir."
 
'Malbata min piştgirî da min'
 
Berfîn behsa malbata xwe kir û piştevaniya ku di aliyê hunerê de ji malbata xwe digire wiha anî ziman: "Malbata min dîtin ku ez ji stranan hez dikim û pir xweş dibêjim, wan jî pêşiya min vekirin û alîkariya min di warê hunerê de kirin. Herî zêde jî bavê min piştevaniya min kir. Dema min dest bi dibistanê kir min di navbera van de stran ji hevalên xwe re digot. Di wê demê de mamosteya min dengê min bihîst û pir jî kêfxweş bû bi dengê min. Piştî wê êdi mamostaya min hewil da ku ez xwe di hunerê de pêş bixînim û alîkariya min kir. Ji ber vê rêveberiya dibistanê pêşniyar kirin ku komek a stranan a bi navê Ş. Delîla were avakirin." 
 
'Lê divê hemû kes piştgiriyê bide ji bo pêşketina hunerê'
 
Berfîn anî ziman ku hin malbat hunerê zarokên xwe asteng dikin û wiha domand: "Zarok di hêla derxistina hunerê xwe de zehmetiyan dijîn, ji ber ku hin malbat nahêlin zarokên wan armancê xwe bi dest bixin û di pîşeyên hunerî de pêş bikevin. Lê divê hemû kes piştgiriyê bide ji bo pêşketina hunerê."
 
Berfîn di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir ku nebin asteng li hember armanc û hunerên zarokên xwe û wiha dom kir: "Bihêlin bila nifşê nû pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin. Bila di pîşeyên ku dixwazin de pêş kevin."