Roza Metîna di Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de xelat girt

  • 14:19 19 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
ÊLIH - Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê encamên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt eşkere kir.
  
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê her sal ji bo bîranîna xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt pêşbaziya çîrokan li dar dixe. Şaxa Egîtim Senê îsal jî 8’emîn a Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt li dar xist û encamên wê bi raya giştî re parve kir. Egîtim Sen bi vê pêşbaziyê dixwaze balê bikişîne ser binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê û xebatên xweser ên wêjeyê. 
 
Di beşa çîrokên Kurdî de Editora Jin Newsê Roza Metîna bi çîroka xwe ya “Guliyên ji bêhna şemamokan”, Hamît Baydu jî bi çîroka xwe ya “Pisîka Bakurî”, bi ser ketin. Di beşa çîrokên tirkî de M. Ender Ondeş jî bi çîroka xwe ya “Dayê oy daye” û Rasîm Chomanî jî bi çîroka xwe ya “Sendroma Şemiyê” bi ser ketin û layîqî xelatê hatin dîtin. 
 
Şerzan Kurt li Beşa Kargerî ya Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Muglayê pola duyemîn dixwend. Di 12’ê gulana 2010’an de di pevçûna navbera xwendekaran de polîsan gule li Şerzan barand û ew kuştibûn.