Li Silêmaniyê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

  • 14:00 18 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Festîvala Gelewêj de li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê pêşangehek hat vekirin û di pêşangehê de zêdeyî 30 hezar pirtûk hatin pêşandan.
 
Li Hola Tewarî ya Silêmaniyê îro 22'yemîn festîvala Gelawêz dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de, bi boneya Roja Cîhanê ya Pirtûkan, li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê pêşangehek a pirtûkan hate vekirin.
 
41 weşanxane û çapxaneyên Kurdan, Ereb û Rojhilatê Kurdistanê beşdar bûn. 10 hezar pirtûkên bi Kurdî, 12 hezar pirtûkên bi Erebî û  8 hezar pirtûkên Rojhilatê Kurdistanê yên bi zimanê Kurdî û Farisî, herwiha 250 pirtûkên Ingilizî hatin pêşandan.