Xwendekar Hela Adil bi bedewiya hestan wêne xêz dike

  • 15:26 17 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Li dibistana Ş.Felek Hewas şagirtan berhmên xwe yên destan di pêşangeha mêhrîcanê de nîşan dan. Di pêşangehê de şagirta bi navê Hela Adil Hisên berhmên xwe yên wêneyan pêşkêş kirin.
 
Şagirta dibistana Ş.Felek Hewas a taxa Miftî ya Kantona Hesekê Hela Adil Hisên ku ji 12 saliya xwe de ji çêkirina wêneyan  hez dike û bala wê li ser karê wênesaziyê ye. Hela diyar kir ku ji bo ew bibe wênesazek baş dayika wê piştevaniya wê kiriye û hêz dayiyê.
 
Şagirt hela derbarê wênesaziyê de hestên xwe wiha anîn ziman: "Ez bi riya xêzkirina wêneyan hestên xwe  tînim ziman. Ger hestên mirov neherike ser karê ku tê kirin, kar baş nayê kirin. Ez ji mijulbûna wêne hez dikim, ji bo wê jî bi hestên herikbar dest didim firçe û pênûsa wêneyê. Ez hewl didim ku xwe di karê wênesaziyê de pêş bixim û di demên pêş de bibim wênesazek herî mezin a bi nav deng."