Piştî emeliyatê Nêrgiz Mihemedî şandin girtîgehê

  • 12:29 17 Mijdar 2024
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê girtiya siyasî Nêrgiz Mihmedî, Mistefa Nîlî eşkere kir ku piştî Nêrgiz Mihemedî emeliyat bû, carek din ew vegerandine girtîgeha Evînê. Mistefa Nîlî diyar kir wan ji ber rewşa xirab a tendirustiya Nêrgiz Mihemedî daxwaza destûr û ragirtina ceza ji dadgehê kirine.
 
Parêzer Mistefa Nîlî têkildarî rewşa dawî ya girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî li ser hesabê xwe yê X’ê agahiyan parve kir.
 
Mistefa Nîlî eşkere kir ku piştî Nêrgiz Mihemedî emeliyat derbaskir, carek din wê vegerandina girtîgeha Evînê. Mistefa Nîlî  got: “Ji ber cûrê emeliyat û cihê birînên wê pizîşkan pêşniyar kiriye ku sê mehan di bin çavdêriyê de be.”
 
Mistefa Nîlî eşkere kir ku Nêrgiz Mihemedî piştî emeliyatê hefteyekê li nexweşxaneyê hatiye hiştin.
 
Mistefa Nîlî diya rkir wan ji ber rewşa tendirustiya Nêrgiz Mihemedî û pêşniyara pizîşkan daxwaza destur û ragirtina ceza ji dadgehê kirine.
 
Berî du hefteyan parêzer Mistefa Nîlî diyarkiribû ku li gor encama testên destpêkê, gumana wê yekê heye ku Nêrgiz Mihemedî bi nexweşiya penceşêrê ketiye.
 
Çalakvana mafên mirov Nêrgiz Mihemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbas kiriye.