Bi çarçoveya 25’ê Mijdarê li Amedê bi jinan re hevdîtin pêk hatin

  • 20:06 13 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeyên Gêl û Hezroyê bi jinan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axaftin hatin kirin û li ser çareseriyê nîqaş hatin kirin.
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Jinan a Rosa de li Gêl û gundê Kufercin ên navçeya Hezroyê civîneke jinan hat lidarxistin. Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de jin hatin cem hev û li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn.
 
Hezro
 
Jin destpêkê li Kufercîna gundê Rojîn Kabaiş hatin cem hev. Li vir Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, aktîvîstên TJA, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axivîn. Piştre li pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin.
 
Gêl
 
Li Navçeya Baxşîler a navçeya Gêlê komxebatên têkoşîna li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinê hatin lidarxistin. Endamên TJA'yê, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî û gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Sultan Yaray û Bêrîvan Bahçecî der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de axaftin kirin.
 
Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.