Danişîna doza Narîn Guran di roja 3'yemîn de didome
- 10:04 9 Mijdar 2024
- Hiqûq
AMED - Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guranê di roja 3'yemîn de didome.
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran, di roja 3'yemîn de didome. Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Beriya danişînê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hate girtin. Ji bo 4 bersûcan ji ber sûcê “Bi awayekî komî zarokek biqesdî qetil kirine” cezayê muebbeta girankirî tê xwestin.
Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî danişînê dişopînin.
Danişîn, di roja 3'yemîn de didome.