‘Werîşe Muradî sembola têkoşînê ye’
- 14:50 14 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan çalakvanên mafên mirov yên Îranê ragihandin ku j inên Kurd û Îranê ala berxwedanê rakirine û heta rejîma Îranê bi temamî neyê rûxandin ranawestin.
Bi sedan çalakvanên mafên mirov yên Îranê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ û ‘ji darvekirinê ra na’ têkildarî cezayê darvekirinê yê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hatî birîn, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de cezayê darvekirinê yê li Werîşa Muradî hatî birîn, hat şermezarkirin û hat gotin: “Werîşe Muradî sembola têkoşîn, jêhatin û mirovahiyê ye. Azadiya Werîşe Muradî tê wateya azadiya jinên Kurd û Îranê. Ji berku jinên vî welatî xebatê wek parçeyek ji nasname û jiyana xwe dibînin. Em yek bedenin. Xebat û berxwedan ji bo hebûna xwe û nifşên bê pêwîstiyeke.”
Di beşek din ya daxuyaniyê de hat diyarkirin jinên Kurd û Îranê ala berxwedanê rakirine û heta bi temamî rûxandina rejîma Îranê wê ranewestin.
Di dawiyê de jî bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirov hat kirin ku li dijî cezayê ku li Werîşe Muradî hatî birîn, nerazîbûn nîşandin û parastinê li jiyana Werîşe Muradî û girtiyên din ên siyasî bikin.
Roja 10’ê Mijdarê ji bo Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê tê girtin, ji aliyê 15’emîn Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi sûcdariya “xiyaneta li welat” cezayê darvekirinê hat birîn.