Berxwedan di roja 11'an de ye: Ji bo azadiyê em li qadan e

  • 14:03 14 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Hevseroka DBP'ê Çiğdem Kılıçgün Uçar,  ji bo mîtînga ku wê di 17'ê mehê de li Êlihê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got, "Li dijî tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em li qadan bin." 
 
Li Êlihê piştî ku Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî kir, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Di roja 11'an a çalakiyan de li Parka Yilmaz Guney welatî hatin cem hev. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekheviyî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û şandeyek ji Şirnexê beşdarî meşê bûn.
 
Girseya ku ber bi Çerxerêya Basinê ve meşiya bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Êlihê", "Jin jiyan azadî", "Qeyûm talan e berxwedan jiyan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
 
Esnafan piştgirî da meşê
 
Meşa ku li gel pankarta heyeta Şirnexê anîbû ya bi nivîsa "Bipeyive qeyûm, tu ji ku derê yî?" hat lidarxistin Welatiyên jî bi dirûşman piştgirî da. Dikandarek av da meşvanan . Meşa ku coş û kelecan lê neket, li Xaçerêya Basinê  bi dawî bû. 
 
Hevserokê Rêxistina DEM'ê yê Bajarê Elihê Mistefa Mesût Tekik di daxuyaniya li Xaçerêya Basînê de axivî û diyar kir ku berxwedana gelê bajêr li dijî qeyûman bê nefes didome û got ku heta encamekê bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
'Em ê bi yekîtiyê bi ser kevin'
 
Hevserokê Rêxistina DEM' Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku gelê bajêr 11 roj in li dijî zîhniyeta dagirker li ber xwe dide. Abdullah Gungen da zanîn ku gelê Kurd li ber xwe dide û got, “Em tu carî dest ji ziman, çand û nirxên xwe bernadin. Em gelên xwedî kevneşopiya berxwedanê ne, ev kevneşopî ya me ye. Cîhan şahidê têkoşîna gelê Kurd û talana wan e. Ew ê ti carî gelê Kurd yê birûmet paşde gav neavêje. Em ê bi yekitiyê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
 
'Pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadiyê ye'
 
Parlamentera  Şirnexê Newroz Uysal jî diyar kir ku gelê bajêr li qadên xwe berxwedana xwe didomîne û got, “Em bi pergala diz, talanker û mêtingeriyê re rû bi rû ne. Ya ku li ser gelê Kurd tê ferzkirin êrîşeke piralî ye. Dema ku agirê azadiya gelê Kurd bê pêxistin kes nikare vî agirî vemirîne. Ev agirê azadiyê roj bi roj mezin dibe.  Pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadiyê ye.  Em ê destûrê nedin vê talanê ne li meclîsê û ne jî li şaredariyan. Berxwedana gel rewa ye. Yên îllegal ew in ku îradeya gel desteser dikin."
 
'Gel wê bi ser bikeve, ne talanker'
 
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk diyar kir ku armanca kesên ku qeyûm tayin kirine, destkeftiyên gelê Kurd e. Sonuk, anî ziman ku îro ji bilî leşker û polîsan tu kes nikare bikeve şaredariya ku hatiye dagirikirin û wiha got: “Ev 11 roj in li herêmê bi talîmata qeymûman zarok, jin, ciwan û kal rastî îşkenceyê tên. Êlihê salên 90'î dîtiye. Li hemberî zextan wê serdemê gelekî li ber xwe da. Niha li ber xwe dide. Serkeftin nêzîk e.  Gel wê bi ser bikeve, ne talanker.
 
'Ji ber ku wek paşnavê xwe dewlemend in, feqîriyê nizanin'
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser mirina 5 zarokan li Îzmîrê û got, “Pergala ku kes di nava xizaniyê de tenê hiştin û jiyana xwe ji dest dan, heman pergala ku qeyûm tayîn dike ye. Dê ne talanker gel bi ser bikeve."
 
'Bila fikrên Birêz Ocalan bigihêjin gel'
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên piralî çareser nabin û got, “Hikûmet ku ji şer tê xwedîkirin, polîtîkaya qeyûmê dimeşîne. Di pêvajoya çareserî û muzakereyê de birêz Ocalan di şert û mercên newekhev de deng û hêza xwe ya çareseriyê nîşan da. Bila kes nebêje hêza birêz Ocalan nîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê edalet û demokrasiyê ye, çareseriyê naxwaze. Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Bila fikrên birêz Öcalan bigihêjIN gel.  Em bang li her kesê ku ji bo avakirina demokrasiya rast li vî welatî têdikoşin dikin ku di 17’ê Mijdarê de li Êlihê, ji bo parastina azadiyê li dijî rejîma tecrîdê cihê xwe li qadan bigirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Qsidê aştiyê li Îmraliyê ye", "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.