Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin çandin
- 14:07 14 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Jin û Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê dest bi çalakiya "Soza me neqediya" kirin. Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin çandin.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê bi dirûşma "Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" yekemîn çalakiya xwe li dar xist. Jin li Qada Parka Kent 21 hatin cem hev û ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin.
'Em ê dîsa bajarên jinan ava bikin'
Hevşaredar Serra Bucak di daxuyaniya çapemeniyê ya beriya çandina daran de axivî, diyar kir ku ew ê xebatên di çarçoveya kampanyayê de bidomînin û got, “Em neqediyane. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Ji ber ku em li erdnîgariyeke ku şîdet gihiştiye lûtkeyê dijîn. Em dibînin ku di encama polîtîkayên hikûmetê û darizandinên alîgir ên darazê de tundî û kuştinên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Ew dirûşma herikbar pir girîng e. Em dixwazin soza xwe bi cih bînin ku em ê bibin parêzvanên jiyaneke bê şîdeta li ser jinê û wekî şaredarî em ê di her qadê de bixebitin. Destpêka ku me duh dabû gelek girîng bû. Me ev soz bi hevserokên şaredariyên me yên Mêrdîn, Êlîn û Xelftî yên ku qeyûm tayînî wan kiribûn, da. Çalakiyên hişyarkirinê yên ku em ê bi hev re li kolan, tax û malbatan li dar bixin dê yek ji karên herî girîng ên vê kampanyayê be. Em ê li her qadê bajarên jinan ji nû ve ava bikin, di serî de beşa polîtîkayên jinan û hemû yekîneyên xwe. Dema em dîsa behsa bajarên jinan dikin hinek kes aciz dibin. Çima aciz dibe? Dema ku em dibêjin bajarên jinan, mebesta me ew e ku jin azad bijîn, ji jiyan û zarokên xwe qut nebin û qetlîamên jinan bi dawî bibin. "Em behsa jiyaneke wisa dikin ku jin bi ewlehî li kolan û parkan bijîn, bêyî ku xema jiyana xwe bikin civakîbûn û li qadên giştî û jiyana siyasî hebin."
Piştî daxuyaniyê çandina şitilan dest pê kir. Jinan bi hev re şitil çandin.