Bi çarçoveya 25’ê Mijdarê li Amedê bi jinan re hevdîtin pêk hatin 2024-11-13 20:06:21   AMED - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeyên Gêl û Hezroyê bi jinan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axaftin hatin kirin û li ser çareseriyê nîqaş hatin kirin.   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Jinan a Rosa de li Gêl û gundê Kufercin ên navçeya Hezroyê civîneke jinan hat lidarxistin. Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de jin hatin cem hev û li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn.   Hezro   Jin destpêkê li Kufercîna gundê Rojîn Kabaiş hatin cem hev. Li vir Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, aktîvîstên TJA, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bi jinan re axivîn. Piştre li pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin.   Gêl   Li Navçeya Baxşîler a navçeya Gêlê komxebatên têkoşîna li dijî kuştina jinan û tundiya li ser jinê hatin lidarxistin. Endamên TJA'yê, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî û gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Sultan Yaray û Bêrîvan Bahçecî der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de axaftin kirin.   Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.