Li Îzmîrê destdirêjî li zarokekê hat kirin: Du kes hatin girtin
- 19:07 24 Cotmeh 2024
- Rojane
ÎZMÎR- Li Torbali ya Îzmîrê li zarokekê destdirêjiya sîstematîk hat kirin. Bav û pismamî wî hatin girtin.
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê destdirêjî li zarokekê hat kirin. Zaroka ku destdirêjî ji hevalên xwe re got, bûyer derxist holê. Ekîbên cendermeyan a Torbaliyê, bavê zarokê A.Ç û pismamî wî N.A binçav kir.
Gumanber piştî îfadeyê sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Hat îdiakirin ku der barê destdirêjiyê de qeyda deng heye û zarok jî xistin bin parastinê.