'Axa Kurdistanê dê veguherînin qada berxwedanê'

  • 13:11 4 Mijdar 2024
  • Ramyarî
 
 
ÊLIH - Li Êlihê tayînkirina qeyûm bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP'ê hat protestokirin û wiha hat gotin: "Em ê her bihosta axa Kurdistanê veguherînin qada berxwedanê." 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin. Li her sê bajaran jî li dijî desteserkirina îradeyê xwepêşandana xelkê berdewam dike. 
 
Li ber avahiya Şaredariya Êlihê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û welatiyên Êlihê daxuyaniyek hat dayîn û tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin.
 
'Axa Kurdistanê dê veguherînin qada berxwedanê' 
 
Keskîn Bayindir di çalakiya protestoyî de axivî û anî ziman ku Gelê Kurd, Gelê Kurdistanê vê nêzikatiyê qebûl nake û wiha domand: “Em ê qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Li kolanan, li taxan, li her derê em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Li her devera Kurdistanê bila gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherinin qada berxwedanê. Plana van dagirkeran derket holê. Plana wan ew e ku êrişî gelê kurd bikin û pêşî li ber serkeftina gelê kurd bigirin. Me planên Erdogan û Bahçelî îro li Êlih û Mêrdînê dît. Dê bersiva me ya ji we re jî bibe berxwedan û têkoşîna heta dawiyê. Heta ku em we dişînin jî dê bidome.” 
 
'Em ê şaredariyên xwe biparêzin'
 
Tulay Hatîmogullar jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber ku nekarîn me di warê siyasî de têk bibin, ji aliyê darazê ve bi toneke polîsan li vir komkirina darbeyek pêk hat. Ev derbeyek siyasî ye û darbeyeke edlî ye. Di 12'yê Îlonê de bi leşkeran re darbeyek pêk anîn. Piştî betalkirina parlamenteriya hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş îradeya gel didizin. Dîsa heman derbeyê peyamek e. Gotin em ji bo aştiyeke birûmet amade ne gelê me û DEM Partî  wê serî netewînin û em ê bi gelê xwe re li ser bingeheke demokratîk şaredariya xwe û aştiya bi rûmet biparêzin."
 
'Li dijî zîhniyeta qeyûm têbikoşin'
 
Tuncer Bakirhan, daxuyand ku helwesta Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li Meclîsê bi bîr xist û got, "Van komploger, diz û yên ku tasfiyeyê plan dikirin destê xwe dirêjî me kiribûn. Me got belkî ew bi Gelê Kurd re aştiyeke bi rûmet ava bikin ku bi salan e bi tasfiye, înkar û çewisandinê nekariye tine bike. Ev kes baş dizanin ku hûn li van avahiyên şaredariyê çi dikin. Hûn diz in. Hûn bi ziman û çanda Gelê Kurd dilîzin. Lê em ji hevrêyên xwe re, ji gelê xwe re bibêjin; Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta rojekê em rojên ku vîna Gelê Elihê diyar bibe ava bikin û em ê li van xakan bi awayekî însanî bijîn.  Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê zîhniyeta qeyûm têbikoşin."
 
Piştî axaftinan bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Gelê Kurd", "Berxwedan, berxwedan, bi berxwedanê serkeftin", "Jin, jiyan azadî", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" û "Qeyûmê xayin, ji Kurdistanê derkeve. " hatin berzkirin. 
 
Bendewariya gel a li ber şaredariyê didome.