Li Îzmîrê destdirêjî li zarokekê hat kirin: Du kes hatin girtin 2024-10-24 19:07:42   ÎZMÎR- Li Torbali ya Îzmîrê li zarokekê destdirêjiya sîstematîk hat kirin. Bav û  pismamî wî hatin girtin.   Li navçeya Torbali ya  Îzmîrê destdirêjî li zarokekê hat kirin. Zaroka ku destdirêjî ji hevalên xwe re got, bûyer derxist holê. Ekîbên cendermeyan a Torbaliyê, bavê zarokê A.Ç û  pismamî wî N.A binçav kir.   Gumanber piştî îfadeyê sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Hat îdiakirin ku der barê destdirêjiyê de qeyda deng heye û zarok jî xistin bin parastinê.