Dosyaya Gulîstan û Hêro radestî Nûneriya YE’yê hate kirin
- 09:45 13 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dosyaya ku derbarê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatiye amadekirin, radestî Nûneriya YE’yê ya Iraqê hate kirin.
Şandeyek a Nûnertiya Yekîtiya Ewropaya (YE) ya Iraqê ku ji Cîgirê Balyozê YE’yê yê Ewropa yê Iraqê David Hilly, Berpirsê Beşê Alîkariya yê Nûneriya YE’yê ya Iraqê Lînart Derider û Berpirsê Ofîsa Têkiliyên YE’yê ya Hewlêrê îro serdana Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan kirin.
Rojnamevan û Berpirsê Beşa Soranî yê Şîrketa Çetir (Chatr Company) Berhem Letîf tevlî civîna ku tê de atmosfera karê çapemeniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, bû.
Di civînê de dosyaya qetilkirina her du rojnamevanên jin ên Çapemeniya Azad Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ku 23’yê Tebaxa 2024’ê de di encama êrîşa balafira bêmirov ya dewleta tirk de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dan, radestî şandeya Nûneriya Yekîtiya Ewropa ya Iraqê hate kirin.