Runiştina Narîn Guran wê sibê bidome

  • 20:08 8 Mijdar 2024
  • Hiqûq
AMED - Di roja duyemîn a runiştina doza qetilkirina Narîn Guranê de şahid hatin guhdarkirin. Runiştina wê sibê bidome.
 
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran, di roja duyemîn de didome. Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Di serî de Baroya Amedê, serokên gelek baroyan, parêzer, saziyên jin û zarokan,nûnerên komeleyan, saziyên sivakî tevli bûn.
 
Runiştin bi guhdarkirina şahidan dest pê kir. Piştî şahidên hatin guhdarkirin zarokan jî ligel pedagogan bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bûn û hatin guhdarkirin.  Piştî zarok hatin guhdakirin pirs hatin pirsîn û îfade bidawî bûn.
 
Zarokekî din di îfadeya xwe de got: “Min roja Narîn winda bû li mizgeftê ew dît. Piştî mizgeftê çû bakal. Piştre dema min gîha kom dikir, ew dît.”
 
Zarokê  gumanbar Salîm Guran jî axivî û got: “Em roja bûyerê çûn sûkê. Bavê min got ez birçîme. Xwarin xwar û raza. Saet li dogra 15.30’an ji malê derket. Me saet di 19.45’an de ji dayika min fêr kir ku Narîn winsa bûye û em derketi lê geriyan.”
 
Hevjîna Salîm Guran, Melek Guran jî axivî û got ew ji hevjînê xwe guman nake. Heyeta dadgehê saetekê navber da runştinê.  Piştî saetek navberê guhdarkirina şahidan berdewam kir.  Heydiye Guran hat guhdarkirin û pirs jê hatin pirsîn. Her wiha ji Baroya Amedê Nahît Eren  axaftina nabera Salîm Guran û şahih Mehmet Selîm Atasoy bibîr xist.
 
Xaltîka Narînê, Yasemîn Gul jî wek şahid hat guhdarkirin.  Her wiha pişt Yasemîn Gul, birayê gumanbar Nevzat Bahtiyar, Vecdî Bahtiyar hat guhdarkirin. Piştî guhdarkirina gelek şahidan, apê gumanbar Salîm Guran, Alî Riza Guran hat guhdarkirin.
Runiştin piştî îfadeyên hatin girtin taloqî sibê kirin.