Li Xelfetiyê banga ji bo mîtînga Azadî û Demokrasiyê
- 09:06 13 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Jinên nobeda berxwedanê ya Xelfetiyê ji bo mîtînga ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bi dirûşma "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" tê organîzekirin banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Em dengê xwe ji bo gelê xwe û hevserokên xwe bilind bikin."
Bi talîmatên Wezareta Karên Hundir di 4'ê Mijdarê de qeyûm li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin tayînkirin. Berxwedana ku piştî tayînkirina qeyûman li gelek bajaran destpê kir veguherî serhildanan, bi sedan ciwan hatin binçavkirin û gelek kes hatin girtin.
Li dijî tayînkirina qeyûman, Platforma Saziyên Demokratîk wê di 17'ê Mijdarê de li Kolana Gulistan a navenda bajarê Êlihê bi dirûşma "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" mîtîngekê li dar bixe. Jinên ku li Xelfetiyê bi erka berxwedanê radibûn banga tevlîbûna mîtîngê kirin.
'Qeyûm diz e'
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Xelfetiyê hat kirin gel li ber xwe da û got, “Gelê me di vê sermayê de li herêman li ber xwe dide. Ciwanên me hatin girtin. Qeyûm derbe ye, qeyûm desteserkirin e, eyûm diz e. Divê destên xwe ji şaredariyên me dûr bixin. Em ê şaredariyên xwe ji wan re nehêlin. Em ê di hilbijartinên pêş de careke din bi dest bixin. Em bi keda xwe di hilbijartinan de bi ser ket. Di hilbijartinê de hewl dan gelek sextekariyên xwe bikin. Dengên blok anîn û pere pêşkêşî mirovan kirin. Lê tevî hemû sextekariyên wan jî em di hilbijartinê de bi ser ketin. Divê destên xwe ji Xelfetî dûr bixin."
'Pirsgirêka qeyûm pirsgirêka gelê Kurd e'
Saniye Bayram diyar kir ku wan şaredarî bi deynên mezin girtiye, qeyûm gelek deyn li dû xwe hiştiye û got, “Yên ku dê hesab bidin ew in ku şaredarî xistine vê rewşê. Em bi gelê xwe re bi awayekî paqij xebitîn. Pirsgirêka qeyûm ne pirsgirêka şaredariyan e, pirsgirêka Kurdan e. Ez bang li hemû jinan di serî de jinên Kurd dikim. Werin em di 17’ê Mijdarê de li Êlihê bicivin û dengê xwe bilind bikin. Em şaredariyên xwe biparêzin."
Banga bilindkirina deng
Sîdîka Denîz, anî ziman ku polîtîkayên hikûmetê yên li ser Kurdan di demên dawî de hatine guhertin û got, “Bi çi zehmetiyan em bi ser ketin. Me bi berdêla keda xwe şaredarî wergirt. Me serî li hîleyan neda. 10 roj in em li vir li ber xwe didin. Em zarokên xwe li malê dihêlin û tên. Em dixwazin qeyûm biçin. Divê dawî li vê zilma ku li Kurdan dikin, bînin. Êdî bes e. Çi ji Kurdan dixwazin? Bi hezaran sal in em bi hev re dijîn. Em dixwazin wekî mirovên din bijîn. Çima em nikarin bibin wek kesên din? Nahêlin em bi zimanê xwe biaxivin. Gelek ciwanên me neçar man biçin Ewropayê. Ji ber ku kurê min çûye Ewropayê 11 sal in min nedîtiye. Pêwîst e her kes roja mîtîngê li Êlihê be. Divê wê rojê her kes dest ji karê xwe berde, em dengê xwe ji bo gelê xwe û hevserokên xwe bilind bikin.”
Li hemberî binçavkirinan bertek
Sîdîka Denîz anî ziman ku gelek ciwan ji ber tevlîbûna nobeda berxwedanê hatin girtin û wiha got: “Li vir çi hat kirin ku ev kes hatin girtin? Ew tenê li dijî qeyûman derketin. Wan kesan xwest bikevin şaredariyên ku bi dest xistine. Çima ev îşkence tê kirin? Em mafên xwe dixwazin, em tiştekî din naxwazin."
Welatiya bi navê Nebîhe Aslantekîn a di nobetê de bû diyar kir ku divê her kes beşdarî mîtîngê bibe û wiha got: “Em qeyûman naxwazin. Tişta ku qeyûm dikin tenê ew e ku rêyan hilweşînin û bi vî awayî bihêlin. Qeyûm her derê dagir dikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin, em qeyûman naxwazin. Vîna me vîna me ye û em bi dengên xwe di hilbijartinan de bi ser ket. Ger ew ê vê yekê bikin, çima hilbijartin hatin kirin?”
Banga beşdariyê
Fîdan Yoldaş diyar kir ku ew hewl didin her tiştî baş bikin û got, “Xelfetî cihê ku em bi xwişk û biratî lê dijîn e. Heta niha em li her derê ji bo xwişk û biratiyê xebitî, şaredariya me jî ji bo xwişk û biratiyê hebû. Em naxwazin xwîna ciwanan bê rijandin. Tevî sermayê jî ev çend roj in em li vir in. Pêwîst e her kes beşdarî mîtîngê bibe."