Li Cizîrê bernameya danûkan

  • 18:16 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê di çarçoveya xebatên çandî de bernameya danûkan pêk anî.
 
Şaredariya Cizîrê ya  DEM Partiyê, li Cizîrê bernameya danûkanpêk anî. Bernameya bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê pêk hat, gelek jin tevli bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli bernameyê bûn.
 
Bername li Parka Berîwan pêk hat. Jinan genim pijandin. Ligel pijandina danûkan, xwarinên gelerî yên danhîrt, hirî şehkirin, nanê sêlê û gelekên din çêkirin. Dawiya bernameyê de xwarinên hatine pijandin hatin xwarin.
 
Bername bi klam û gerandina govendê bidawî bû.