Li Cizîrê bernameya danûkan 2024-10-01 18:16:19   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê di çarçoveya xebatên çandî de bernameya danûkan pêk anî.   Şaredariya Cizîrê ya  DEM Partiyê, li Cizîrê bernameya danûkanpêk anî. Bernameya bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Cizîrê pêk hat, gelek jin tevli bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli bernameyê bûn.   Bername li Parka Berîwan pêk hat. Jinan genim pijandin. Ligel pijandina danûkan, xwarinên gelerî yên danhîrt, hirî şehkirin, nanê sêlê û gelekên din çêkirin. Dawiya bernameyê de xwarinên hatine pijandin hatin xwarin.   Bername bi klam û gerandina govendê bidawî bû.