Meclîs vedibe: Nîqaşên destura bingehîn û mafê jinan di rojevê de ye

  • 09:04 30 Îlon 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Sala nû ya meclîsê di 1’ê cotmehê de destpê dike û lijneya giştî ya meclîsê wê dest bi xebatan bike. Rojeva ewil a desthilatdariyê 9’emîn pakêta darazê û nîqaşên destura bingehîn ya nû ye. DEM partî di  desturek bingehîn ya wekhev û demoratîk de bi israre û jin jî di mafê paşnav de bi israrin.
 
Melîs ku di 1’ê cotmeha 2023’an de dest bi xebatên Sala Yasama ya Duyemîn a Dema 28’an kir di Tîrmehê de ketibû betlanê û wê di 1’ê cotmehê de vebibe.   Lijneya giştî ya meclîsê wê dest bi xebatan bike. Rojeva ewil a desthilatdariyê 9’emîn pakêta darazê û nîqaşên destura bingehîn ya nû ye.
 
Dema borî ji bo 9’emîn pakêta darazê bê derbaskirin hewl dabûn lê tevî hemû hewldanan nehatibû derbaskirin. Îsal jî tê payîn ku bê rojevê.
 
Nîqaşên li ser destura bingehîn ya nû
 
Nîqaşên destura bingehîn ya nû wê îsal jî di rojeva meclîs û Enqereyê de be. AKP di guhertina destura bingehîn de bi israre û muxalefet jî desthilatdariyê sûcdar dike ku Destura Bingehîn ya heyî pêk nayê. DEM Partî diyar dike ku di zemîneke ku dijhiqûqî berdewam dike, biryarên DMME’yê pêk nayê de nîqaşkirina desturek bingehîn ya demokratîk ne pêkane.
 
Butçe ji bo gel e an ji bo şer e?
 
Di sala nû de tê payîn ku pêşnûmeya butçeyê di cotmehê de bê pêşkêşkirin. Wezîrê aboriyê Mehmet Şîmşek bi tedbîrên ‘di cemawerî de tasaruf’ ji hewcedariyên jiyanê yên gel dibire. Ji xebatkarên paqijiyê yên dibistanan, ji veguhestina dibistanan û heta gelek pêkanînan rakirine. Mijara mereqê ye ku butçeya îsal wê çawa bê parvekirin, ji jinan, tenduristî û perwerdehiyê de çi bê veqetandin.
 
Mafê paşnav û qanûna 6284
 
Dadgeha Destura Bingehîn 28’ê nîsana 2023’an de xala 187’an ya Qanûna Medenî ku pêşniyar dikir jin paşnavê hevjîn bigirin, li dijî rêgeza wekheviyê dît û betal kir.Lê bi 9’emîn Pakêta Darazê ev biryar nehatibû naskirin.Tevî DDB’ê ev sererastkirina betal kiribû wê ji nûve bikeve meriyetê. Her wiha tê payîn wê qanûna 6284 ji nûve ji nîqaşê re bê vekirin.
 
Ji bo pêkanîn a 6284 seferberî
 
Jinan ji bo qanûna 6284 hefteya borî seferberî dan destpêkirin û ji bo qanûn neyê guhertin, pêşî li qetilkirinên jinan bên girtin bang kiribûn. Jinan diyar kir ku dema meclîs vebibe wê desthilatdarî dîsa êrîşê mafê jinan bikin.  Platforma EŞÎK’ê diyar kiribû wê piştî 1’ê cotmehê şûnde mijarên hatibûn taloqkirin ji nûve derxin pêşberî jinan. Ji platformê Ozgul Kapdan da zanîn ku qanûna 6284 ji xwe bi bandor pêk nayê û got: “Ji bo qanûn bi bandor pêk bên, pirsgirêkên cidî hene. Dema Peymana Stenbolê fesh kirin, gotin qanûna me ya ‘herêmî û netewî’ ya 6284 heye. Lê mixabin ev jî ji îtîrazan re vekirin.”
 
Newekhevî nayê qebûlkirin
 
Ozgulê got pêşniyara paşnav ya di 9’emîn Pakêta Darazê de cih digire, bi hewldanên EŞÎK’ê taloqî  cotmehê hatiye kirin û tevî vê dema nû de wê dîsali dijî vê têbikoşi.  Ozgulê wiha got: “Di pêşnûmeyê de dibêjin tenê jinên navdar dikarin paşnavê xwe bikar tînin. Em li welatekî evqas balkêş dijîn. Hêvîdarim ku ev tenê gote got  be. Nikarin newekheviyê navbera jinan de bikin. Dîsa ‘sîxurtiya bi bandor’ ya ku wek darbeyek li dijî azadiya fîkr û ramanê  tê dîtin, bi zexta MHP’ê wê dîsa bê meclîsê.”
 
Ozgulê daxuyakirin ku wê meclîs bi armanca anîna qanûnên dijminê civakê vebibe û got li dijî van qanûnan divê têkoşîn bê rêxistin kirin. Ozgulê wiha anî ziman: “AKP êdî bi veşarî mafê jinan binpê nake. Girêdayê vê, pêşî li destberdanê, astengkirina mafê nefeqeyê, têgeha lîderê malbatê mêr e, ji bo van pêkanînan em gavên Talîbanvarî dipên. Ji ber vê divê civak êdî bi awayekî cidî muxalefetê nîşan bide.”