Xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn Kabaîş didomin

  • 19:59 1 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê îlonê ve agahî jê nayê girtin di roja 4’emîn de berdewam kir. Li gundê Bardakçiyê jî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
 
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ev 5 roj in winda ye. Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîş hatine destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam kirin. Kabaîş a ku di Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyid Fehîm Arvasî de dima, 27’ê îlonê piştî li wargehê şîvê dixwe derdikeve û diçe ser qeraxa Behra Wanê ya kampusê û careke din ti agahî jê nayê girtin. Li ser qeraxê telefon, berguhk, cuzdan, av û keka Rojînê ji aliyê şagirtan ve tên dîtin û ji bo Rojînê di 28’ê îlonê de xebatên lêgerînê tên destpêkirin. Heta niha ti agahî ji Rojînê nehatine girtin û xebatên lêgerînê didomin.
 
Lêgerîna qeydên kamerayên nava zanîngehê qediyan 
 
Îro polîsan destnîşan kir ku wan lênêrîna qeydên kamerayê yên di nava zanîngehê de qedandine û dan zanîn ku Rojîn, şeva 27’ê îlonê tenê ji wargehê derdikeve û diçe marketê. Polîsan anî ziman ku dû re bi şimikan diçe ser qeraxê, lê di qeydan de jî xuya dike ku careke din venagere.
 
Li gundê Bardakçiyê lêgerîn hat destpêkirin
 
Cihê ku telefon, cuzdan hwd. ên Rojînê hatine dîtin, rêyek bi ser qeraxê ve ji bo Gundê Bardakçi ku li kêleka zanîngehê ye, diçe. Ji ber vê yekê tîmên lêgerînê û polîsan li Gundê Bardakçiyê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Hat zanîn ku heta niha ti şop di derheqê Rojînê de nehatine bidestxistin û dê sibê jî li heman gund xebatên lêgerînê bidomin.
 
Di behra Wanê de Tîmên Ewlekariya Qeraxê, dalgiç û li qeraxê jî polîs, Tîmên Îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û AFAD ji bo dîtina Rojînê dixebitin.