Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan

  • 20:19 30 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Endamên Koma Hevra yên ku ji ber stranên di konserê de gotin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
 
Endamên Koma Hevra yên ku duh di konsera ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Sêîd a Amedê li dar xistibû, ji bo hezaran kesan govend gerandin, piştî serdana Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hatin binçavkirin.
 
Hate hînbûn ku endamên komê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yusuf Keleş ên hatin binçavkirin, bi hinceta stranên duh di konserê de gotine û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.  
 
Endamên komê yên ku birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan.
 
Konserde seslendirdikleri şarkılar gerekçesiyle gözaltına alınan Koma Hevra üyeleri serbest bırakıldı.