Festîvala Surfest bi 'Atolyeya Çîrokan' dewam kir

  • 16:46 30 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - KASED'ê di çarçoveya Festîvala Jinan a Surfestê de li saziyê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist.
 
Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) di navbera 29'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de Festîvala Jinan a Surfestê li dar xist. KASED'ê di roja 2'yemîn a mîhrîcanê de li saziya xwe ya navçeya Sûrê ya Amedê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist. Beriya atolyeyê endamên komeleyê bi erbane û darbûka xwe tax bi tax meşiyan û zarok vexwendin atolyeyê.
 
Zarokên ku beşdar bûn, li taxên Sûrê bi enstruman û stranan meşiyan. Paşê zarokên ku hatin saziyê li çîroka Rovî û Pîrê ku Zeycan Ateş vegot guhdarî kirin.