Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan 2024-09-30 20:19:11   AMED - Endamên Koma Hevra yên ku ji ber stranên di konserê de gotin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.   Endamên Koma Hevra yên ku duh di konsera ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Sêîd a Amedê li dar xistibû, ji bo hezaran kesan govend gerandin, piştî serdana Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hatin binçavkirin.   Hate hînbûn ku endamên komê Zeynep Dogan, Gencay Morkoç û Yusuf Keleş ên hatin binçavkirin, bi hinceta stranên duh di konserê de gotine û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin.     Endamên komê yên ku birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan.   Konserde seslendirdikleri şarkılar gerekçesiyle gözaltına alınan Koma Hevra üyeleri serbest bırakıldı.