Aborî teslîmê hêzên derve kirin: Fature li karkeran tê birîn

  • 09:15 6 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Seroka EMEP'ê ya Îzmîrê Emîne Uyar diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê bi qasî ji şîrketên biyanî piştgiriyê bigire girêdayî hêzên derve ye û got: “Aborî teslîmî hêzên derve hatiye kirin. Fatureya krîzê jî li karkeran tê birîn. Divê li dijî vê her kes bi awayekî xurtir deng derbixe.”
 
Krîza aborî bandorek mezin li ser aliyên kedkar û xizanan dike. Desthilatdarî krîzê wek ‘êrîşa hêzên derve’ bi nav dike û rêveberiya aboriyê teslîmî şîrketa Amerîkayê McKînsey kir. Seroka Partiya kedê (EMEP) Emîne Uyar da zanîn ku hewl tê dayîn fatureya krîzê li karkeran bibirin û ev tişt vegot: “Heta duh digotin hêzên derve êrîşî aboriya me dikin û ji karkeran fedekarî dixwestin. Niha çi bû we aboriya xwe teslîmî êrîşkaran kiriye?”
 
‘Divê dengekî xurt bê derxistin’
 
Emîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmetê Bernameya Aboriya bi Dema Navîn aşkera kir. Di bernameyê de hat gotin ku tezmînata kidemê ya karkeran, ferzkirina saetên xebata nerm, sîgorteya teqawîtbûyinê ya şexsî û sê salan di maeşên karkeran de wê qûtkirin bê kirin. Yanî digerin digerin krîzê dîsa li karkeran dibirin. Mînakek vê jî ev e. Ev di înşata 3’emîn Balafirgeha Stenbolê de derketiye holê. Karker di şerd û mercên ne mirovane de dixebitîn.”
 
‘Polîtîkayên neolîberal binpêkirina keda karkeran e’
 
Emîneyê her wiha destnîşan kir ku li welatên wek Tirkiyeyê pêkanîna polîtîkayên neolîberal, keda karkeran zêdetir binpê dike û geşedanên di dovîzê de welat aniye asta ku bi hêzên derve ve girê bide. Emîneyê bi lêv kir ku şîrketa piştevaniyê McKînsey a navê wê tevlî gelek skandalan bûye di aboriya Tirkiyeyê de bûye xwedî gotin û ev rewşek bi xof e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekê Kemal Dervîş ê di 15 rojan de 15 qanûn derxistibû, anî bûn. Tekel û SEKA wê demê taybet kirin. Li dijî barê ku ligel hatiye barkirin divê ji her derê deng bê derxistin.”