TOKÎ ne tenê gelê Şirnexê karkeran jî mexdûr dike

  • 09:04 5 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Di pêvajoya qedexeya derketina derve de ji sedî 70’ê Şirnexê hat tunekirin û TOKÎ’yên ku gel naxwaze bikevê, karkeran jî mexdûr dike. Karkeran diyar kir ku ew di bin şerd û mercên giran de dijîn û ji ber pereyê xwe negirtine çalakiya devjikar berdanê dest pê kirine.
 
Li Şirnexê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 246 rojan berdewam kir, di vê pêvajoyê de ji sedî 70’ê bajar hat hilweşandin. Bi hezaran xaniyên zirara giran dîtibûn hatin hilweşandin û li şûna wan TOKÎ hatin çêkirin lê nayê zanîn wê kengî bê teslîmkirin. Karkerên di TOKÎ’yan de xebitîn jî, hefteyên borî ji ber mehaneya wan nehat dayîn, hefteyekê dest ji kar berdan.
 
Teslîmat demek nêz de ye!
 
Li taxên Bahçelîevler, Dîcle, Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yenî û Yeşîlyurtê ku 8 mehan qedexe lê berdewam kir, Înşata 6 hezar û 500 avahî û hezar dukanî dest pê kir. Ev 3 sal in xebat berdewam dikin û avahiyên ku hat gotin wê di Tebaxa 2017’an de bê teslîmkirin beşek kêm hat qedandin. Ji avahiyan tenê 120 avahî hatin teslîmkirin.
 
Li bajar binesazî têk çû
 
Projeya ku bi gotina ‘Şirnex digihêje xeyalên xwe’ starta wê hat dayîn, piştî vê ji sedî 80’ê binesaziya bajar pirsgirêk derxist. Av û ceyran nehatin girêdan, avahiyên ku camê wan jî lê ketibûn hatin teslîmkirin.
 
‘Ma hûn ji hestiyan ditirsin’
 
Hat hînbûn ku bi hezaran karkerên dixebitin jî bi meheke maeşê xwe nagirin. K.Y diyar kir ku ew tevî di şerdên ne baş de dixebitin jî rastî her cureyê pêkanînên nebaş tên û got: “Bi mehane em li vir dixebitin. Rojekê tên dibêjin ‘lez bikin em xaniyan teslîm bikin’. Rojek din dibêjin ‘sivik bixebitin’. Li vir zivistan gelek sar e. Çend sal derbas bû hîna teqîn tên jiyîn. Her em bi pirsa ‘gelo wê hestî derkevin’ dixebitin. Em her cureyê zehmetiyê dikşînin. Lê bi mehane em pereyê xwe nagirin.”
 
K. da zanîn ku hefteya borî ji ber şerdên nebaş ên xebat û ji ber pereyê wan nehatiye dayîn hefteyekê çalakiya destberdana kar pêk anîne û got: “Ev meheke pereyê hinek hevalên me nayê dayîn. Fîrmayê taşeron tên karkeran dixebitînin û piştre pereyê wan nadinê û diçin. Em hefteyekê nexebitîn lê dîsa bi heman awayî pirsgirêk didomin.”