Di şarkuteriya Reyhanê de berhemên fabrîkayê tune ne

  • 09:07 18 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Reyhan Petekkaya ya li Zarokîstanê mamosteya Zazakî bû, di 2016’an de ji karê xwe hat îxrackirin û li ser vê ji xwe re şakuteriyek vekir. Hemû berhemên şarkuteriya wê jî ji destê wê dertên û hemû jî organîk in.
 
Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin, kesên di saziyên girêdayî şaredariyê de dixebitîn îxrac kirin. Mamosteyên kreş û pêşdibistanan jî di lîseya îxracê de cih girtin. Mamosteya Zazakî Reyhan Petekkaya ku li Zarokîstanê mamoste bû jî ji kar hat avêtin û li dijî îxracan alternatîfa xwe ava kir.
 
Hemû hilberîn xwezayî ne
 
Reyhan ya salek û nîvê li Zarokîstanê xebitî piştî hat îxrackirin şûnde nexebitî û got hevjînê wê jî li Sûrê dukana wî hebûye û piştî pevçûnan neçar mane bigirin. Reyhanê wih agot: “Em her du jî betal man. Ji bo em ji kirê xilas bibin me kredî kişand û xanî sitend. Lê ji ber rewşa em ketinê me nikarî kredî bida. Piştre me biryar da em cihekî vebikin.”
 
‘Ez diçim gund bixwe tînim’
 
Reyhanê destnîşan kir ku wan di esasê de bazarek gund vekirine û hemû berhemên wan xwezayî ne û heta piraniya wan bi destê xwe çêdike û got: “Dema me dukan vekir ji bilî qaseyan tiştek din tunebû. Me hêdî hêdî ji gundan tişt anîn. Me bi taybet girîngî da xwezayîbûnê. Armanca me ev bû em ji berhemên fabrîkayê dur bin. Em kahwe, simaq, xurek, sebzeyên hişk, bastiq, dims, şîr, penîr, cureyên nebatan, hingiv, ava firingiyan, nanê sêlê û gelek berhemên din bi destê xwe çêdikin. Hemû hilberînên me organîkin.”
 
‘Krîz bandora xwe nîşan dide’
 
Reyhanê daxuyakirin ku krîza aborî bandorê li ser karê wan jî dike û wiha dawî lê anî: “Krîz bandora xwe li her derê dike. Bihayê berheman her ku diçe zêde dibe. Welatî nikarin tiştekî bikirin.”