Esnaf Fatma: Em roja xwe vala derbas dikin

  • 09:08 14 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
SEMSÛR - Esnaf Fatma Akçal diyar dike ku ji ber krîzê karê wan qet nabe û wiha got: “Berhemên ku berê bi 10 TL dihat niha bi 25 TL tê. Ji bo em qezenc bikin, berhema me berê 15 TL difrot em niha neçar dimînin bi 30 TL bifroşin. Dema wisa dibe jî kes tiştekî nakire.”
 
Fatma Akçal ku li navçeya Kahtayê li bazara taxê ya Cumhuriyetê tezgaha wê ya cil û bergan heye krîza aborî nirxand û wiha got: “Ez vî karî nekim ez birçî dimînim. Di demên dawî de karê me qet ne baş e. Qezenca min ji xwe pir kêm e. Carna ez tenê pereyê berhemên xwe derdixim. Karê me nabe. Sibehê heta êvarê em li ser tezgahê li bende mişteriyan e.”
 
Fatmayê diyar kir ku bi krîza aborî re qezenca wan a rojane pir ketiye û got karekî din ê bike tune ye. Fatmayê ev tişt anî ziman:" Carna em 5 TL jî qezenc nakin. Lê em neçarin bixebitin. Sibehê em tên vir tezgahê vedikin. Carna ez ji bo xwe qet demê venaqetînim. Ez cilan li vir difroşim. Ez ji xwe re nikarim tiştekî bikirim. Ez nexweş dikevim nikarim biçim nexweşxaneyê. Di demên dawî de her tişt biha bûye. Em bi dolar tiştekî nafroşin lê piranî berhemên ez difroşim kumaşê wan ji ser dolar tê kirîn."
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku krîzê bandor li ser hemû civakê kiriye û wiha got: “Divê hinek kes dengên me bibihizîn. Divê ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin û em rehet bibin.”