Yekane jina dukana kulîlkan vekiriye: Têkoşîna sendîkal didome

  • 09:04 13 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
SEMSÛR - Mamosteya Werzîşê Ayşegul Yucetaş a bi KHK’ê ji karê xwe hat îxrackirin û dukana kulîlkan vekiriye wiha got: “Dewletê xwest bi îxracan me bê alternatîf bihêle lê wisa nebû. Em têkoşîna sendîkal didomînin.”
 
Hevseroka berê ya Egitim Sen a Semsurê ku mamosteya Werzîşê ya 10 salan bû di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 2016’an de bi KHK’ê hat îxrackirin di malbatek 10 zarokî de jiyana xwe didomîne. Ayşegulê piştî mamostetiya 10 salan şûnde li Kolana Yahya Kemal Taxa Haciomerê Dukana Florya Çîçekçîlîk vekir û têkoşîna kedê didomîne. 
 
‘Me hikûmet rexne kir em hatin îxrackirin’
 
Ayşegulê wiha got: “Her çiqas hinceta îxrackirina me di KHK’yan de cih negirire jî em dizanin çima em hatine îxrackirin. Egîtîm Sen bi sekna xwe li hemberî pergalê sekinî. Me hîndekarên kedkarên hikûmet rexne dikir. Em texmîn dikin ku ji ber van rexneyan em hatine îxrackirin. Piştî hatim îxrackirin jî ji kongreyê bigirin heta xebatên rêveberiya sendîkal min cih girt.”
 
‘Têkoşîna min didome’
 
Ayşegulê bi lêv kir ku piştî hatiye îxrackirin dukana kulîlkan vekiriye û wiha got: “Em rastî hinek zehmetiyan hatin. Ji ber me ev kar nizanibû, zehmetî çê bûn. Di vî alî de hevalên me piştgirî dan me. Her ku em xebitîn me têkoşîna xwe berdewam kir.”
 
‘Yekane jinan dukana kulîlkan vekiriye
 
Ayşegul bi lêv dike ku li bajar yekane jina ku dukana kulîlkan vekiriye û wiha pê de çû: “Dema min nû dest pê kir muşteriyan digot belkî xwediyê wê mêr e. Piştî hîn dibûn jin e matmayî diman. Li Semsûrê ji bilî min jina kulîlkvan tune ye. Min wesayît bi kulîlkan dixemiland yên ez didîm matmayî diman. Di nav demê de qebûl kirin.”
 
‘Em ne bê alternatîf in’
 
Ayşegulê got ew bê îxrackirin jî dest ji têkoşîna sendîkal bernedaye û ev tişt anî ziman: “Bêguman têkoşîna me ya sendîkal didome. Ji ber şertan em her tim nikarin derkevin kolanan. Ji ber kolan qedexe ne. Beşek civakê ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye çewisandin û bi awayekî cidî bertek jî nehat avakirin. Dewletê xwest bi îxracan me bê alternatîf bihêle lê wisa nebû. Em di her şertî de li ser piya disekinin. Ez banga têkoşînê li jinan dikim. Ez bawer dikim ku jin bixwazin wê her tiştî bikaribin bikin. Divê em ji zextên civakê xilas bibin û têkoşîna xwe bidomînin.”