Kargeriyên biçûk di zorê de ne: Rewş qet ne baş e

  • 09:20 12 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Kargeriyên biçûk ên ji ber krîza aborî rojên zehmet dijîn li dijî bihabûna jiyanê jî bi bertek in. Suzan Sonmez û Zahîde Abdulterî yên dikana patîleyê vekirine û debara xwe pê dikin, diyar kirin ku ev du mehe her tişt pir bûha bûye û rewş qet ne baş e.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê Suzan Sonmez bi dayika xwe Nefîse Sonmez re du sal berê dikanek biçûk vekirin. Suzanê diyar kir ku ewil karê wan baş bûye lê niha ev du mehe her tişt pir biha bûye.
 
Suzanê daxuyakirin ku jiyan pir biha ye û ger wisa biçe wê dikanê bigirin û ev tişt anî ziman: “Em patîle bi 2 TL û nîv difroşin. Lê rûn û ard pir bûha bûye. Em biha zêde bikin kes nagire. Em bi vî bihayî nafroşin. Em matmayî mane. Carna dibêjim ez bigirim û biçim malê.”
 
Nefîse Sonmez jî ev tişt anî ziman: “Em nabêjin bila me mahkumê xizaniyê bikin. Bila fabrîkayan vekin. Li Amedê fabrîka tune ye. Di fabrîkayên heyî de jî ciwan di şerdên giran de dijîn.”
 
Zahîde Abdulterî jî ya li qada Sûrê dukana patîle vekiriye got berê qet dema wê ya vala tunebûye û niha jî tu karê wan pêk nayê û got her tişt pir bûhaye û rewş qet nebaş e.