Jin li zozanan xwe ji bo zivistanê amade dikin

  • 09:12 12 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên mehên havînê derdikevin zozanan bi nêzîkbûna zivistanê re têkoşîna wan a kedê zêdetir dibe. Zînê Acar a ku keda wê nayê dîtin diyar dike ku ew ji ber di nav xwezayê de dijî gelek kêfxweş e.
 
Li herêma Serhedê çavkaniya debara bi hezaran malbatî sewalkarî ye û bi hatina biharê re riya zozanan digirin. Jinên piştî rêwitiyek mezin çûn gund û zozanên di salên 90’î de hatine valakirin, be rbi zivistanê jî pêvajoyek kedê ya cuda dest pê dike.
 
'Xwezaya gund aramiyê dide min'
 
Jina bi navê Zînê Acar a 65 salî ku her meha Gulanê ji taxa Yenî Mahale ya Îpekyol a Wanê diçe gundê Bîlîsava ya Payîzava heta dawiya meha cotmehê li wir dimîne û jiyana xwe ya li gund vedibêje. Zînê bi lêv dike ku ew tu car hînî jiyana bajêr nebûye û wiha pê de çû: “Ez hatim vî temenî ez hîna dema ku diçim bajar nexweş dikevim. Li bajar jiyan nameşe. Çavkaniya min pezê min e. Ji ber pez ez û hevjînê xwe havînan diçin gund. Xwezaya gund aramiyê dide min.”
 
‘Sibehê heta êvarê em dixebitin’
 
Zînê her wiha destnîşan kir ku sibehê saet di 04.00’an de radibin û heta êvarî dixebitin û wiha pê de çû: “Sibehê em şiyar dibin, em taştê dikin. Piştre em mala xwe paqij dikin û em diçin karê derve. Em saet nêzî 11.00’an li ber çem bi jinan re pez didoşin. Em şîrê xwe dikin, penîr, to û mast. Piştre em hiriya pezê xwe di çem de dişon. Em di 15.00’an de car pez didoşin. Em wî şîrî jî bi heman awayî dinirxînin.”
 
‘Keda me nayê dîtin’
 
Zînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bilî pez erdê her gundiyekî heye û wiha dawî lê anî: “Ji berhevkirina gîha heta astên din ên xebatê keda jinê heye. Em gîha patos dikin. Em tov dikin çewalan. Ez bi hevjînê xwe re dixebitim. Lê keda jinan nayê dîtin. Tevî ku hemû karî em dikin mêr dibêjin me kar kiriye. Ez dîsa jî ji rewşa xwe kêfxweş im. Ji ber ez di nav xwezayê de dijîm.”