Bîjuteriya Frîda a Nisêbînê

  • 09:32 11 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Nalîn Guneş a hilberînên keda destan a xwişka wê ya wênexêz ku li ser kaxizê xêz dike, veguhert rastiyê û got: "Armanca me ne tenê bi dukanê qezenckirina pere ye. Em dixwazin cesaretê bidin jinan."
 
Li welat tevî krîza aborî ya tê jiyîn jin tevî her tiştî xwedî li azadiya aboriya xwe derdikevin. Nalîn Guneş ji bo hilberînên xwe bifroşe Bîjuteriya Frîda vekir û diyar kir ku jinên herêmê divê jîrbûna xwe veguherin qezenca aborî.
 
Nalîn a zanîngeh qedandiye, diyar dike ku ji biçûkatiya xwe de li hember hilberînên karê destan eleqeder e û got ew hilberînên ku xwişka wê ya wênexêz li ser kaxizê xêz dike, çê dike û bi bujîteriya vekirine jî difroşin. Nalînê bang kir ku divê jinên Nisêbînê derkevin qadên xebatê.
 
‘Em dixwazin mayînde be’
 
Nalînê destnîşan kir ku dukana ku vekirine rastî eleqeyek mezin hatiye û wiha got: “Ev meheke vir vekiriye. Yên hilberînên me dibînin matmayî dimînin. Li Nisêbînê dukanek otantîk a ku hilberîna keda destan lê bê firotin tune ye. Me vekir. Hilberînên xwe em bixwe çê dikin. Ji guhar bigirin heta çenteyan ji lênûskan bigirin heta kolyeyan em hemûyan bixwe çê dikin. Jinên dibînin jî eleqeyek mezin nîşan didin. Em dixwazin li vir mayînde bin.”
 
‘Divê jin keda xwe bigirin û dakevin qadê’
 
Nalînê destnîşan kir ku jinên li herêmê ji bo azadiya aboriya xwe di destên xwe de bihêlin divê bixebitin û wiha bang kir: “Jinên vir di her qadî de jîr in. Gelek jin tiştên çê dikin vedişêrin. Lê jin dikarin kargeriyên xwe vekin û qezencek xweş dest bixin. Armanca me ne tenê qezenckirina pere ye, em dixwazin cesaretê jî bidin jinan. Bila jin keda xwe bigirin û dakevin kolanan.”