'Xwedîderketina li xwezayê rihê mirov zindî dike'

  • 09:12 11 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jina bi navê Xezala Reşîd ku li Gundê Leylanê dimîne û debara xwe bi çandiniyê dike diyar kir ku dema ew dixebite xwe bi hêztir dibînî û got:"Ez dema ku çandiyê dikim bi xwezayê re dibim yek û ji bo geşkirina aboriyê dikevim nava hewldanekê. Di heman demê de li xwezayê xwedî jî derdikevim. Çimkî xwedîderketina li xwezayê rihê mirov zindî dike."
 
Li Rojavayê Kurdistanê jin bi çandiniyê aboriya xwe geş dikin. Jina bi navê Xezala Reşîd a ji Gundê Leylanê yê Til Temirê anî ziman ku ew tevî astengiyên wekî çûyina ceylanê û ava kêm çandiyê dike û got:"Ger jin di warê aboriyê de xwe pêş nexin ew ê nikaribin xwe li dijî jiyana dijwar jî xwe biparêze. Ji bo jin xwe bikaribin biparêzin û xwe pêş bixin divê di warê aboriyê de xwe pêş bixin."
 
Xezala Reşîd anî ziman ku ji ber pirsgirêka avê wan bîr kolaye û wiha fêkiyên xwe av didin û got:"Bêyî ez astengiyan bikim sedem û li malê rûnêm ez li dijî astengiyan li ber xwe didim û karê xwe dikim. Her çiqas pirsgirêkên wekî av û ceylanê hebin jî ez li berxwe didim da ku karê xwe yê çandiyê bikim. Em wekî jin di nava civakê de her dem bi pêkûtiyan rû bi rû dimînin. Ji bo ev pêkûtîna her dubare nebin pêdivî ji geşkirina aboriyê heye. Em hemû jin bibin yek û di nava piştgiriyê de bin, dê kes nikaribin ku me biçewisînin."
 
'Xwedîderketina li xwezayê rihê mirov zindî dike'
 
Xezala da zanîn ku dema ew karê çandiniyê dike hêviyên wê jî mezintir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo hêviyên me tune nebin divê her dem em di nava hewldanekê de bin. Ez jî bi saya çandiniyê hêviyên xwe mezin dikim. Ez dema ku çandiyê dikim bi xwezayê re dibim yek û ji bo geşkirina aboriyê dikevim nava hewldanekê. Di heman demê de li xwezayê xwedî jî derdikevim. Çimkî xwedîderketina li xwezayê rihê mirov zindî dike. Ger jin di warê aboriyê de xwe pêş nexin ew ê nikaribin xwe li dijî jiyana dijwar jî biparêze. Ji bo jin xwe bikaribin biparêzin û xwe pêş bixin divê di warê aboriyê de xwe pêş bixin."