'Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin'

  • 09:02 11 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
TIRBESPIYÊ - Endama Kooperatîfa Aboriya Jinê Minîfa Cima derbarê firina Gelawêjê ya ku li Gundê Helwayê yê Tirbespiyê hat vekirin got:"Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin û em qadên nû ava bikin ku jin aboriya xwe geş bikin." Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bakurê Sûriyeyê Hediya Şemo jî got:"Ji bo jin neçewisin û di bin siya hişmendiya baviksalarî de nemînin divê di warê aboriyê de xwedî hêzekê bin. Ji bo jin bibin xwedî hêz em ê heta dawî bixebitin."
 
Li Gundê Helwayê yê Tirbespiyê ji aliyê Kooperîtîfa Aboriya Jinê ve firina bi navê Gelawêj hat vekirin. Ev firin ji bo geşkirina aboriya jinê û civakê hat vekirin. Derbarê mijarê de Endama Kooperatîfa Aboriya Jinê Minîfa Cima da zanîn ku heta ku jin di warê aboriyê de çalak nebin dê aboriya civakê jî pêş nekeve û got:"Jin xwedî hêz û îradeyek mezin e. Her kar ji destên jinê tê. Loma divê em piştgiriyê bidin jinan ku di warê aboriya civakê de serkeftinên baş bê bidestxistin. Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin û em qadên nû ava bikin ku jin aboriya xwe geş bikin." Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bakurê Sûriyeyê Hediya Şemo jî got:"Ji bo di warê aboriyê de jin û civak pêş bikeve divê em her dem di nava hewldanên mezin de bin."
 
Minîfa Cima anî ziman ku ew her dem ji bo xwedî li keda jinê derkevin di nav xebatan de ne û wiha got:"Ji bo em projeya firina Gelawêjê pêk bînin em ketin nava hewldanên mezin. Niha me firin vekir. Armanca me ew e ku jin aboriya xwe geş bikin. Çimkî aborî bi ked û hêza jinê geştir dibe. Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin û em qadên nû ava bikin ku jin aboriya xwe geş bikin. Jin xwedî hêz û îradeyek mezin e. Her kar ji destên jinê tê. Loma divê em piştgiriyê bidin jinan ku di warê aboriya civakê de serkeftinên baş bê bidestxistin. Ji bo siberojek pêşketî û aram divê em xwedî li keda jinê derkevin û em qadên nû ava bikin ku jin aboriya xwe geş bikin. Banga me ji hemû jinan ew e ku her dem di qada aboriyê de çalak bin û xwedî li keda xwe derkevin. "
 
'Ji bo jin bibin xwedî hêz em ê heta dawî bixebitin' 
 
Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bakurê Sûriyeyê Hediya Şemo jî wiha got:"Cihê kêfxweşiyek mezin e ku firina Gelawêj hat vekirin û jinê tê de bixebitin. Jinên Rojavayê Kurdistanê di her qada jiyanê de cihê xwe digirin û kedek mezin didin. Dema ku jin li her qadê çalak bin ev yek dê bibe sedema geşbûna aboriya civakê. Ji bo em di her alî de serkeftî bin divê em piştgiriyê bidin jinan. Ji bo jin neçewisin û di bin siya hişmendiya baviksalarî de nemînin divê di warê aboriyê de xwedî hêzekê bin. Ji bo di warê aboriyê de jin û civak pêş bikeve divê em her dem di nava hewldanên mezin de bin. Ji bo jin bibin xwedî hêz em ê heta dawî bixebitin."