Navenda Aboriya Jinê ya Minbicê dest bi hilberîna berhemên tirî kir

  • 10:49 10 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
MINBIC - Navenda Aboriya Jinê ya Minbicê ku dest bi hilberîna berhemên ji tirî kir, beşek tiriyê ku kom kir piştî ku kir meqîj firot esnafên sûkê.
 
Navenda Aboriya Jinê ya Minbicê, ji bo ku jinan di warê aborî de pêşve bixwe aboriya herêmê  gelek pirojeyan pêş dixe. Endamên Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê, dest bi hilberîna berhemên ji tiriyê ku berê ji aliyê jinan ve hatibû çandin kir. Jin  piştî ku berhemên ji tirî hilberandine biqedînin ew ê mewîjên ku çêkirine beşeke wan bifiroşin esnafên li herêmê.
 
Rêvebera Navenda Aboriya Jinê Iksar El - Ehmed, diyar kir ku ji bo jin di warê aborî de pêşve biçin gelek piroje amade kirin û anî ziman ku ew ê jin hilberîna xwe berdewam bikin.