Hilberînerên tutunê bi fikarin: Ger bi 8 TL bê firotin em ê birçî bimînin

  • 10:00 9 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
SEMSUR - Jinên Semsurê yên li erdên tutunê bê ewle dixebitin, der barê pêşerojê de jî bi fikar in. Jina bi navê Sevcan Sucu ku 20 sal e li ser erdê tutunê dixebite wiha got: “Ji neçarî me dîsa tutun çand. Tê gotin ku îsal bihayê firotina tutunê 8 TL ye. Ger wisa be em ê birçî bimînin.”
 
Li Semsurê tutuna ku çavkaniya debara bi hezaran malbatan e, berhevkirina wê dest pê kir. Tutun a ku çavkaniya herî mezin a debara bajêr e, bi taybet li Çelîkhan û gundên wê pir zêde ye. Welatiyên li gundê Balikburnu debara xwe bi tutunê dikin, ji ber şert û mercên bê ewle yên xebatê û ji ber ku heqê  keda xwe nagirin bi gazinc in.
 
’20 sal e li erdê tutunê dixebitim’
 
Sevcan Sucu a li gundê Balikburnu ku piranî Elewî lê dijîn, rudine, debara xwe bi tutunê dike û diyar kir ku ger tutun bê qedexekirin wê nikaribin debara xwe bikin û wiha got: “Ne sîgorta min heye ne jî ewlehiya tenduristiya me. Ev 20 sal e ez li  erdê tutunê dixebitim.”
 
‘Îsal ji neçarî min dîsa çand’
 
Sevcanê destnîşan kir ku karê berhevkirina tutunê heta meha cotmehê didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ev jî tunebe em nikarin debara xwe bikin. Sala borî tutun di destê me de ma. Karê tutunê pir zêde ye. Em bi saetan di bin tavê de dixebitin. Tevî evqas zehmetî tutun di destê me de ma. Me nefrot. Îsal ji neçarî me dîsa çand. An na em ê birçî bimana.”
 
‘Ger 8 TL be emê birçî bimînin’
 
Sevcanê di dawiya axaftina xwe de got ji ber pirsgirêka avê ya li ser erdan jî nîqaş hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Bi taybet di mehên 7 û 8’ê de pirsgirêk pir zêde tê jiyîn. Ji ber vê nîqaş tên kirin, em bi fikar in. Tê gotin ku îsal wê kîloya  tutinê 8 TL be. Ger wisa be em ê heqroja karkeran a 80 TL çawa bidin. Ger wisa be em ê birçî bimînin.