Li Rojava çinîna pembû dibe çavkaniya debarê

  • 09:07 8 Îlon 2018
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
 
TIL TEMIR - Jinên li Rojavayê Kurdistanê di bin germahiyê de, tevî şerdên zehmet di nav erdên pembû de dixebitin û dibêjin:"Ji bo em neyên çewisandin û debara xwe bikaribin bikin divê em bixebitin."
 
Jinên ku li Gundê Xebişê yê Til Temira Rojavayê Kurdistanê li nav erdên pembûyan dixebitin tînin ziman ku ew di nav şerdên zehmet de li ber xwe didin û ji bo debara xwe bikin ji serê sibehê saet ji 00.07'an heta saet heftên êvarî dixebitin û ji bo li ser piyên xwe bisekinin têdikoşin.
 
Ferhiya Salih a 60 salî da zanîn ku çînana pembû ji bo wan dibe çavkaniya debarê û wiha got:"Berî 10 salan hevjînê min jiyana xwe ji dest da û lawê min jî di 2015'an de di berxwedana Til Temirê de şehîd ket. Ez tevî êşa kezeba xwe têkoşîna jiyanê didim. Her wiha nexweşiya min a dil jî heye. Jin di xwezaya xwe de hêviyê dide her zindiyekî. Loma tevî hemû zehmetiyan divê em her çalak bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku stûyê xwe li ber tu kesî xwar nekin û li ber xwe bidin."
 
'Xebat ne şerm e lê betalî şermek mezin e'
 
Jina bi navê Fatma Tamir ku ew jî 45 salî ye dibêje:"Ev 10 sal in ku ez karê çînîna pembû dikim. Em saet di 00.07'an ên serê sibehê de dest bi xebatê dikin heta saet heftê êvarî. Zehmet e lê dîsa jî ez kêfxweş im ku dixebitim. Ez rojê 5 kîs pembû diçînim. Ez û hevjînê xwe em herdu jî dixebitin. Zarokekî me yê nexweş heye û em bi hev re alîkar dibin. Divê jiyanek wekhev û hevbeş hebe ku hêsantir derbas bibe. Xebat ne şerm e lê betalî şerm e. Divê em bixebitin li keda xwe xwedî derkevin û stûyên xwe li ber tu kesî netewînin. Ji bo em neyên çewisandin û debara xwe bikaribin bikin divê em bixebitin."