ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 13:03 4 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - ÎSÎG, rapora cînayetên kar ên di meha Tîrmehê de pêk hatin, eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de herî kêm 195 karkeran jiyan xwe ji dest dan û di 7 mehên 2018’an de jî, herî kêm hezar û 103 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora cînayetên kar ên di meha Tîrmehê de pêk hatin, eşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Tîrmehê de herî kêm 195 karkeran jiyan xwe ji dest dan û di tevahiya Tirkiyeyê de jî, di 7 mehên 2018’an de, herî kêm hezar û 103 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
  
Di rapora hat eşkerekirin de wiha hat got: “Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 8 jê jin, 180 jê  zilam û 7 jê zarokên temenê wan bi 14’an rene. Dîsan 16 penaberan di karên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 11 jê ji Sûriyeyî ne, 3 jê Afgan, 1 jê Iraqîû 1 jî Pakîstaniye.” 
  
Di raporê de navê bajarên herî zêde karkeran lê jiyana xwe ji dest dan wihane: Stenbol, Antalya, Kocaelî, Edene, Enqere, Denîzlî, Aydin, Duzce, Mêrsîn, Samsun, Riha û Tekîrdag. Ji karkerên mirin tenê 4 sendîkayî bûn û 191 kar ne sendîkayî bûn.”