Em ê weke jin rêxistinbûna xwe mezintir bikin

  • 09:12 4 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Ji Platforma Jinan a Ahtamara Ayşe Mînaz diyar kir ku tevî zîhniyeta serdest a mêr a di qada xebatê de jin têkoşîna hebûnê didin û wiha got: “Em jin dema dikevin mutbexê tenê xwarinê çê nakin. Em li hemû qadên civakê ne. Em di mutbexa aborî, bazirganî û îthalatê de ne.”
 
Endama Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê Ayşe Mînaz bal kişand ser pirsgirêkên jinê yên di qada xebatê de pê re tên rû hev û got ew li vir in û têkoşîn didome.
 
‘Em îfadeya jin dayikên me ne qebûl nakin’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de got jin herî zêde di qada kar de rastî nêrîna mêr tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêrîn li her derê heye. Di qada xebatê de jin di bin kontrola mêr de tevlî astên rêveberiyê dibin. Serokên odeyên em girêdayî wan in, jinan wek dayik bi nav dikin. Yanî ji bo jinan îfadeya ‘jin dayikên me ne’ bikar tînin. Em wek jin vê qebûl nakin.”
 
Ayşeyê her wiha destnîşan kir ku rêveberên xwedî vê zîhniyetê dema hilbijartinan jî dikin tu car naxwazin jinan tevlî bikin û got heta jin di mekanîzmayên biryarê de cih negirin mixabin wê pirsgirêk bidomin. Ayşeyê bi lêv kir ku zîhniyeta mêr her tim dixwaze jinan pasîfîze bike.
 
Guhertin di destên me de ye
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo zîhniyeta di qada kar de bê guhertin, her tişt dikeve ser milê jinan û got ew wek jin wê rêxistinbûna xwe her tim mezin bikin.