8 jinên kedkar: Em li dijî astengiyan serî natewînin

  • 09:02 4 Tebax 2018
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - 8 jinên ku piştî qayim tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin û ji kar hatin avêtin wek alternatif ji xwe re qafe vekirin. Jinên ku di qafeyê de dixebitin anîn ziman ku tu astengî nikare wan bide sekinandin. Jinan gotin ku bi hev re jiyaneke kolektif ava dikin.
 
Piştî ku qayim tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin gelek sazî û dezgeh hatin girtin. Ji van saziyan yek jî Parqa Demokrasî û Navenda Çanda Mîtannî bû. Piştî ku qayim tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin hemû xebatkar ji kar hatin avêtin. Ji kesên hatin ixraçkirin, komeke ku ji 8 jinan pêk tê wek alternatif qafeya bi navê “Gulberoj” vekirin. Jinên ku di qafeyê de dixebitin  û dev ji têkoşîna xwe bernedan anîn ziman ku tu tişt wan nikare bide sekinandin.   
 
Jina bi navê Bêrîvan Akuk a ku di qafeyê de dixebite anî ziman ku beriya qafeyê vekin di Parqa Demokrasiyê de, di beşa qafeyê de xebitiye. Bêrîvanê, diyar kir ku  Parqa Demokrasiyê û Navenda Çanda Mîtannî di 2013’an de dest bi xebatê kiriye. Bêrîvanê wiha got: “Wê demê li Nisêbînê şerê Rêvebiriya Xweser hebû û em jî di nava wî şerê de bûn. Ji ber ku cihê ku em dixebitîn nêzî cihê şer bû. Wê demê rewş gelek xirab û zehmet bû. Piştî ku li Nisêbînê şer qediya, di nav demek nêz de qayim tayînî Şaredariyên DBP’ê hatin kirin. Piştî qayim tayînî şaredariyê hat kirin îhale ji Parqa Demokrasî û  Navenda Çanda Mîtannî hat. Dema îhale hat haya me ji tu tiştî tunebû û ji me re tu tişt nehat gotin. Dema ku me ji wan pirsî ji me re gotin ku “hûn ji îhalê re nabin” û me ji kar avêtin. Piştî ku em ji kar hatin avêtin nêzî 6 mehan em bê kar man.”
 
‘Îro 8 jin ji wan re bûne bersiv’
 
Bêrîvanê, bi lêv kir ku piştî 6 mehan bi 8 jinan hatine gel hev û qafeya “Gulberoj” vekirine û wiha pê de çû: “Piştî ew zextên ku li dijî me hat kirin û ji me re gotibûn ku hûn ji tiştekî re nabin, me jî li dijî vî tiştî bertek nîşan da û  îro 8 jin ji wan re bûne bersiv. Me îro 8 jinî dest dan hev û em li ser lingên xwe sekinîn û em ê ji vê rojê  şûnde jî bi hev re li ser lingan bin û têkoşîna xwe bi hev re berdewam bikin. Ev nêzî 5 meh in me ev qafe vekiriye. Em  8 jin li qafeyê dixebitin, ji van 4 kes bi roj û 4 kes jî êvarê dixebitin. Em qafeyê serê sibê saet 08.00’an de vedikin û êvarê saet 12’an de digirin.” 
 
‘Em ê ji bo jinan hewl bidin û têbikoşin’
 
Bêrîvanê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku  ji ber Gulberoj tê wateya “berê xwe dide tavê” ev nav dane qafeyê û ev tişt got: “Em 8 jin jî wek Gulberoj berê xwe didin tavê. Mirov dema li vir bi 8 jinan re dixebite bi rastî jî ji aliyê manevî ve gelek girîng e û taybet e. Li vê derê em fêrî yekitî û wehkeviyê bûn. Me jinan bi destên xwe ev der ava kir. Me keda xwe, hêza xwe û hebûna xwe bi gel da qebûlkirin. Me nîşanî hemû kesan da ku em ê li ser lingên xwe bisekinin. Tu kes bi tundiyê û zextan nikare me bide sekinandin. Ger ku karê me baştir be em ê kooperatîfên ji bo jinan berfirehtir bikin. Îro em ê ji bo jinan hewl bidin û têbikoşin.”
 
‘Hêza me jinan tu carî naqede’
 
Jina Rifha Akpinar jî bi lêv kir ku bi salane jiyana wan tim di nava şer de derbas bûye û gelek êş kişandine. Rifka ya ku di Parqa Demokrasiyê de dixebitî piştî ji kar hat avêtin bi 8 jinan ve qafe vekirine û dest bi xebatê kirine. Rifka, da zanîn ku bi gulberojê berê xwe dane tavê û jiyanek nû ava dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez gelek kêfxweş im ku li vir bi jinan re dixebitim. Ji ber ku îro em jin hêzê didin hevdû û li ser lingên xwe disekinin. Me tu carî li ber neyaran serî netewand û em ê netewînin. Kesên ku me ji kar derxestin em îro li dijî wan serî hildidin. Hêza me jinan tu carî naqede. Îro em jinên ku li vir dixebitin bi hev re bûne wek malbatekê. Ev der êdî mal û malbata min a duyem e. Em jin li vir piştgiriyê didin hevdû. Dema pirsgirêkên me hebin em bi hev re parve dikin û çareseriyê dibînin. Em li vir bi eşqek mezin dixebitin. Heta dawiyê  em ê  bixebitin û dev ji xebata xwe bernedin. Ji bo jiyanek nû, em bi hev re jiyanek kolektîf ava dikin.”