Herî zêde krîza aborî bandor li turîzmê kir

  • 09:08 27 Tîrmeh 2018
  • Ked/Aborî
MUGLA - Gulsumser Ulutaş a otelek butîk dide xebitandin, diyar kir ku turîzm îsal jî ji polîtîkayên aboriyê û rêveberiyên herêmî bi bandor bûye û sedema vê jî şerê li Sûriyeyê ye.
 
Xaniyên kevn ên Bodrumê veguherîne pansiyonan û xwediyên wan ên nû jî esnafên biçûk in. Lê esnaf ji polîtîkayên turîzm û krîza aborî bi bandor dibin. Gulumser Ulutaş a otelek butîk dide xebitandin, diyar kir ku ew ji ber krîza aborî û polîtîkayên turîzmê neyînî bi bandor dibin û got nêrîna turîstên biyanî jî guheriye.
 
‘Muşteriyên her tim otelên butîk xilas dike’
 
Gulumser a ji Aydinê çûye Bodrumê û bi cih bûye,  otela butîk a 4 sal berê girtine bi malbata xwe re dixebitîne. Gulumserê daxuyakirin ku heta beriya darbeya 15’ê Tîrmehê karê wan gelek baş bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta em li ser piya hiştin nêzîkatiya muşteriyan bû.  Turîzm ji gotinên rojevê gelek bi bandor bû. Du salên dawî qet ne baş bû. berê sezon di meha gulanê de dest pê dikir. Niha hem dereng dest pê dike û hem jî zû diqede. Îsal ji ber hilbijartinan dereng dest pê kir.Muşteriyên me yên 4-5 sale em nas dikin hene. Em bi saya wan li ser piyan e.
 
 ‘Şerê li Sûriyeyê bandor kir’
 
Gulumserê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku şerê Sûriyeyê bandor li wan kiriye û bi şer re Bodrum bû nokteya derbasbûna Yewnanîstanê û li kolanan botên nepixandî yên bê kalîte hatin firotin û got: “Kesên ji bo biçin welatên Ewropayê dihatin Bodrumê. Niha hinek cihê xwe dane şûna turîstên dewlemend yên Ereb. Em hewl didin muşteriyên me yên daîm hebin.”
 
Gulumserê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev 50 sal e em li Bodrumê ne. Ez ji karê xwe hez kim. Ez mirovên nû nas dikim. Ez hevjîn û 3 zarokên min baş debara xwe dikin. Zivistanê destê me vala bimîne jî. Ji gundên derdorê du hevalên jin tên bi me re dixebitin.”